Jinên ciwan ên Şengalî li dijî êrişan meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şangalê duh êvarê bi pêşengiya Jinên Ciwan û ciwanên Êzidxanê meşeke bi meşale hat lidarixistin. Di meşê de hat gotin ku ew ê her dem li pişta hêzên xwe bin.
Şengal – Di 2 mehên dawî de li Şengalê bênavber balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker digerin, di van 2 mehan de jî gelek caran êrîşên hewayê ji aliya dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatin. Ruxmî bangaweziya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo hukumeta Iraqê ku mudexeleyê vê rewşê bike, heya niha tu kes xwedî helwest nebûye li hemberî van êrîşên dijhiqûqî û mirovî. Heya niha jî qada hewayî ya Iraqê ji dawleta tirk re vekirî ye.
Herî dawî di 29’ê Cotmehê de balafirek bê mirov a dewleta Tirk maleke li Xanasorê hedef girt. Ji bo şermezarkirina vê êrîşê duh bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê û dayikên Şengalê meşeke bi meşele hat lidarixstin.
Meşê ji ber meclisa gel a Xanesorê dest pê kir û ber bi cihê ku êrîş lê pêk hatibû ve çû. Di meşan de alên Yekitiya Ciwanên Êzidxanê, Asayîşa Êzidxanê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.
Bi dirûşman meşiyan
Di dawiya meşê de li ba mala ku hatibû hedefgirtin daxuyanî ji aliya Yekitiya Ciwanên Êzidxanê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku weke civaka Êzidî wê tu car ji êrîşên dewleta Tirk re bêdeng nemînin, her dem li ber xwe bidin û li pişt hêza xwe bin û wiha hat gotin: “Em weke Ciwanên Êzidxanê êrîşên li ser axa xwe û hêzên xwe tu carî qebûl nakin. Em ê heya dawî li gel hêza xwe bin. Tu hêz nikare îradeya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin bişkîne. Ne Erdogan, ne kesekî din. Ev ax a me ye em ê heta dawiyê biparêzin.”
‘Erka yekem a hikumeta nû ya Iraqê ew e ku qada hewayî li dewleta tirk bigre’
Her wiha Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Êzidxanê Rûşina Ebdullah got ku erka yekem a hikumeta nû ya Iraqê ew e qada hewayî li pêş dewleta Tirk bigre û got: “Em weke Jinên Ciwan û ciwan li vir amade bûn helwesta xwe nîşanî hêzên dagirker didin û em ê bêdeng nemînin. Her wiha li Iraqê niha hikumetek nû ava bûye, erka vê hikumetê ew e ku di destpêkê de qada hewayî li hemberî balafirên dewleta Tirk bigre, ji ber ku dewleta Tirk tiştên dijmirovî li ser axa Iraqê pêk têne.”