Jinên ciwan ên Şengalê piştgirî dan kampanyaya TAJÊ ya xwe parastinê

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya TAJÊ ya bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê tu jî bibe dengê xweparastinê’ ragihand û bang li hemû jinan kir ku tev li kampanyayê bibin.

Şengal – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanyaya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya ku di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê tu jî bibe dengê xweparastinê’ dabû destpêkirin.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Avesta Êzidî ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê bi ruhê pêngava ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ tev li kampanayaya TAJÊ bibin û wiha hat gotin: “Ev pêvajoya ku bi herikbariya jinê ve, ji bo jiyaneke azad û birumet dimeşe afirîneriya jinê ji bo parastina cewherî pêş dixîne. Li hemberî zihniyeta desthilatdar a mêr bi rêbazên têkoşîner jin dibe hêza serkeftî ya vê serdemê. Di vê serdemê de têkoşîna jinan ji bo pêşeroja hemû jinên cîhanê dibe temînata parastina hebûn, rêxistin, îrade û nasnameya azad a jinê.

‘Em bi îradeya têkoşînê bersivê bidin dijminê jin’

Îro li çiyayên Kurdistanê, Rojava, Mexmûr û Şengalê em dibînin ku li hemberî dijminê faşîst û qirker ê mohra xwe li serkeftinê dixin jinên azadîxwaz in. Jina ku berê hêza xwe nas nedikir, di şeran de nedikarî parastina xwe bike û dibû xenîmeta şerê serdestan êdî li hemberî pergala mêr meydanê dixwîne.

Pergala serdest a mêr li hemberî ciwanan û bi taybet jinên ciwan çeka bi kar tîne şerê taybet e. Di hemû qadên jiyanê de ji bo ciwanan teslîm bigre di her kêliyê de li ser hiş, bîr û dilê ciwanan bombardûmanekî bîrdozî dike. Bi hemû rê û rêbazên şerê taybet hewl dide vîn û hêza ciwanan a têkoşînê bişkîne û rola wan di serxistina şoreşa jinê de bidize. Weke jinên ciwan em di ferqa vê şerî de ne. Ji bo wê em li hemberî vê şerê qirêj bi zanebûna rêxistinî, bi îradeya têkoşînê û bi rola pêşengiyê bersivê bidin dijminê jin û ciwanan. 

‘Her yek ji me bibe dengê xweparastinê’

Di fermana 2014’an de civaka me û bi taybetî jin û ciwan rastî êrîşên herî hovane hatin. Hîn ev ferman di hiş û bîra me de zindî ye. Em wek jinên ciwan bi çîrokên van fermanan têgihşîtina xwe ya dijfermanan ava dikin. Li ser vê bingehê em weke jinên ciwan ên êzidxanê rola xwe di pêşxistina hişmendiya parastina cewherî de dibînin. 

Di 8’ê Adara îsal de bi pêşengiya dîplomasiyê jin a TAJÊ kampanyaya bi navê ‘li dijî qirkirina jinê tu jî bibe dengê xwe parastinê’ da despêkirin. Em jî weke Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê radigihînin. Ji bo em siyaseta qirkirinê hilweşînin, her yek ji me bibe dengê xweparastinê. Em ê bi ruhê pêngava bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî serbixe azadî’ tev li  kampanyayê bibin û bi rengekî çalak cihê xwe têde bigrin.”

Banga tevlibûna kampanyayê

Têkildarî kampanyayê endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê axivîn û bang li hemû jinên êzidî kirin ku tev li kampanyayê bibin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Vejîn Argeş destnîşan kir ku ew weke jinên ciwanan piştgirî didin kampanyaya TAJÊ û wiha got: “Em ê bi vê kampanyayê li dijî fermanan bisekinin û bibin dengê jinan. Banga min ji hemû jinan bi taybetî jinên êzidî ew e werin tev li kampanyayê bibin û bibin dengê xweparastinê.”

‘Em ê li dijî qirkirinan bibin bersiv’

Ekîn Çeko jî ev tişt anî ziman: “Em jî weke jinên ciwan tevlibûna xwe ji bo kampanyayê TAJÊ ragihand. Armanca me ji vê hemlê ew e ku li dijî qirkirin û fermanên li ser jinan bibin bersiv. Em dixwazin bi rêya vê kampanyayê bibin dengê jinan bi taybetî jinên Êzidî. Bang li jinên êzidî dikim ku tev li kampanyayê bibin û li dijî qirkirina jinan bibin dengê xweparastinê.”