Jinên ciwan ên Şehbayê li hember êrişan meşiyan

Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi hemleya “Dem dema azadiyê” ye di heman demê de li dijî bombebarana li ser bajarê Kobanê meşek li navçeya Ehrezê ya Şehba li dar xistin.

Şehba - Bi hemleya “Dem dema azadiyê ye” di heman demê de li dijî komkujiya li ser bajarê Kobanê ji aliyê dewleta tirk a dagirker Jinên Ciwan a herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê meşek bi dirûşmeya “Bi îradeya Nûjiyan û Viyanan em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin“ li dar xistin. Bi tevlîbûna hemû ciwanên şoreşger û  Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê. Di meşê de wêneyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pekrewana Şehîd Nûjiyan û alên jinên ciwan hildabûn. Meş ji destpêka navçeya Ehrezê  heya  Meclîsa navçeyê berdewam kir. Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya jinên Ciwan Emîne Hec Ebdo ve hate xwendin.
Destpêka daxuyanî wiha bû: “Ji çiyayên Kurdistanê bigre ta Şengalê, ji Şengalê bigire ta herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe dewleta tirk êrîşan zêde dike. Ji ber di çiya de binketiye û derbeya herî mezin di Garê, Avaşîn, Zap û Metîna de xwar. Êdî ji bo vala derxistina van binkeftinên xwe dest bi komkujiya dike. Herî dawî êrîşa ku li ser Şehîd Nûjiyan û rêhevalên wê de pêk anî xwest ku di şexsê Şehîd Nûjiyan de îrade û nasnameya jinên Ciwan binpê bike, lê belê ji ber em bi xwîna Şehîdên xwe hene. Tu carî dewleta tirk a Faşîst û hevkarên wî û her wiha tevgerên îxanetkar weke QDP nikarin îrade û nasnameya me binpê bikin. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û keda Şehîdan gihîştine vê astê. Ji ber vê yekê ji bo vala derxistina armancên dijimin û rakirina tecrîdê li ser Rêber Apo û xwedî derketina li keda Şehîd Nûjiyan û rêhevalên wê, em weke Yekîtiya jinên Ciwan li beramberî dijimin em ê her tim li kolaanan bin. Armanca me û gavavêtina me wê tolhildan be, ji ber vê yekê dixwaze hêza ciwanan tune bike. bi hêza xwe em ê tecrîdê bişkînin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin. Em bangawaziya hemû jinên ciwan dikin ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo tolhilda Şehîsdên doza azadiyê her dem di nava berxwedan û çalakiyan de bin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye û dem dema tolhildanê ye.” 
Meş bi dirûşma “Bimre îxanet”,”Bijî Serok Apo”û”Şehîd namirin” bi dawî bû.