Jinên ciwan daxwaza tayînkirinê kirin

Jinên ciwan xwendekarên zanîngeha Helepçeyê şahiyeke temamkirina zanîngehê li dar xistin û daxwaz kirin ku keda wan bêencam nemîne û diyar kirin ku ew di wê hêviyê de ne bibin xwedî karê xwe û bi awayek fermî tayîn bibin.

ASÛDE MEHEMED

Helepçe- Piştî 16 salan xwendin û westana xwendekarên zanîngeha Helepçeyê şahiyeke temamkirina zanîngehê li dar xistin. Her çendî nêzî 10 salan e li Herêma Kurdistanê bi fermî xwendekarên zanîngeh tamam kirine tayîn nabin lê belê xwendekar dixwînin lê bêkar in û tenê hinek bi riya qertên taybet kar dikin. Jinên ciwan ên xwendekar ku beşdarî şahiya temamkirina zanîngehê bûne dan diyarkirin ku dixwazin derfetên kar ji bo wan were peydakirin da ku bikarin xizmetê bikin.

Soma Osman ku beşa hiqûqê xwendiye wiha got: “Ev beş xeyala min bû ku bixwînim û ez gihîştim xeyalên xwe bi taybetî ji bo ku li mafê kesên ku ji wan hatiye sitandin bigerim.”

“Daxwaza me tayînbûn û xebat e”

Xwendekara bi navê Jawan Serwet ku beşa werzîşê temam kiriye got: “Daxwaza min ew e ku di heman beşê de tayîn bibim her wiha ez di wê hêviyê de me ku alîkarî li gel xwendekaran were kirin da ku xizmetê ji bajar û welatê xwe re bikin.”

Jale Kerîm jinek din a ciwan ku beşa werzîşê temam kiriye got: “Ez gelek kêfxweş im ku min ev beş xwendiye û hewl didim di heman qadê de kar bikim û min xwendiye da ku bibim xwedî kar.”