Jinên Cezayîrê daxwaza ji nû ve nirxandina qanûna malbatê kirin
Komeleya Nûr a Jin û Zarokan daxwaza ji nû ve nirxandina xala 66’an a qanûna malbatê kir.
RABİA XİRÊS
Cezayîr – Komeleya Nûr a Jin û Zarokan, ji bo ku xala 66'an a qanûna malbatê ji nû ve were nirxandin, xwest pêşnûmeya qanûnê ya di asta Meclisa Gel a Neteweyî carekdinê di ber çavan re bê derbaskirin. Têkildarî mijarê peyama komeleyê wihaye: "Malbatên Cezayîrî rastî kêşe û astengiyan tê ku aramî û ewlekariya wê dixe xeterê. Li gorî madeya 66'an a qanûna malbatê piştî hevberdanê mafê jinê heye zarokên xwe li gel xwe bigire û jiyana xwe ji nû ve avabike. Mafê jiyana wê di destê wê de ye êdî bixweze dikare carekdinê bizewice. Ev yek dihêle ku jinên hevberdayî yên li Cezayîrê bi hilbijartinê herî dijwar re rû bi rû bimînin.”
Komeleyê di metna pêşenûmeya qanûnê de diyardeya hevberdanê ya di civaka cezayîrê de eşkere kir û ev tişt lê zêde kir: “Têgeha heyî hewce dike ku ji nû ve avakirina têgihiştina civakî li gorî xwezaya guherîna civaka cezayîrê nas kiriye bê destgirtin. Ji ber ku têgeha hevberdanê ji bo gelek malbatan bo bidestxistina tenduristiya dernûnî û kêfa jiyanê bûye asteng. Gelek jinên hevberdayî yên ku ji ber daxwaza girtina zarokên xwe zirar dîtine hene. Qanûna Malbatê ya Cezayîrê ya têkildarî rakirina xwedîkirian zarokan ji aliyê dayikê ve piştî zewaca dayikê ya cara duyemîn, diviyabû em vê mijara hestiyar û girîng ronî bikin û ji bo hişyarkirina vê mijarê kar bikin. Ji bo peydakirina çareyên ku garantiya parastina zarokê piştî hevberdanê û parastina mafê jina hevberdayî divê rayedar li ser rawestin û biryarderan agahdar bikin. Çarensa malbatê piştî hevberdanê giringe ku li ser bê sekinîn û mekanîzmayên ku dikarin ji bo hevberanek bi ewle ya hemû endamên malbatê bi awayek bikarin jiyana xwe bidomîne bên pêşxistin. Bi afirandina formûlek qanûnî û yasayî ya civakî ku armanc jê peydakirina hevsengiyek di navbera berjewendiyê zarok û parastina mafê dê û bav ên lênêrînê ye.”
“Meclisên lihevanînê”
Di metna pêşnûmeya heyî de ji bo rawestandina êş û azarên jinên hevberdayî yên mexdûr ên nikarin zarokên xwe bigirin gel xwe û wiha dewam dike: “Pêdivî bi avakirina meclîsên lihevanînê heye. Ji ber di dozên malbatî û biryarên wan de ev yek bûye daxwazek civakî û bendên wê yên ku bi gelemperî jihevketina malbatê, parçebûna exlaqî û tevliheviyên civakî ku di nav de bê îstîqrariya malbatê girantir dike. Li hin bajarên weke Tîzî Ozo û Ghardaia, meclîsên lihevhatinê hîn jî hebûna xwe didomîne û biryarên wan di nava civakê de hevsengiyanek bi hêz dide çêkirin. Ji ber ku ev meclis bi serê xwe bûne saziyên civakî, çavdêriya bidestxistina ewlekariya malbatê aramiya civakî û çareserkirina nakokiyan. Nêzîkatiyek tam ji bo sînordarkirina xerabûna ewlehiya malbatê pêş xistine. Ev meclîs ji muftî, reformxwazên olî, reformxwazên civakî, psîkolog, serokê komeleyê, bijîjkê giştî, aqilmend û reformxwazan pêk tên. Van encûmenan erkên diyarkirina rêzik û rêgezên pêwîst ji bo çareserkirina nakokiyên malbatî yên wek pêşkêşkirina daxwaznameya çareserkirina nakokiyan ji Daîreya Belgekirina Malbatê re têne tayîn kirin. Ew rewşên ku lihevkirin bi qanûnî ne destûr e, bi şertê ku ev daxwaz mecbûrî be berî gilîkirina dozekê proje destnîşan dike ku lihevkirin tenê bi îradeya her du aliyan dikare were kirin. Girîngiya van encûmenan di bihêzkirina malbatê de piştgiriya hebûna wê ye li hember pêkhateyên curbicur ên derûnî, civakî û olî yên ku tehdîd li ser pêkhate û hevgirtina malbatê dikin. Ewlekariya wê li gorî guhertinên vê dawiyê bilez û kêmkirina rêjeya bilind a têkçûna girêdana zewacê bihemû şêweyên wê yê kêmkirina alozî û tundûtûjiya hevjînan ku di dema cudabûnê de atmosfêra malbatî yên ji bo girtina zarokan tên guherîn.”