Jinên Cezayîrê bi boneya 8’ê Adarê hatin xelatkirin
Parlamantoya Cezayîrê bi dirûşma "Li kuderê jin hebe civak li wir heye" Roja Jinên Cîhanê pîroz kir li jinên Cezyîrê pîroz kir.
Cezayîr Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Meclisa Gel a Netewî û Odeya Yekemîn a parlamentoya Cezayîrê bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî ya Cezayîrê şahiyek ji bo xelatkirina jinên Cezayîrê bi silogana "Li kuderê jin hebe civak li wir heye" lidarxistin. Serokê Meclisa Gel a Neteweyî Îbrahîm Bogalî di şahiyê de axivî.
Di şahiyê de jinên Cezayîrî bi mûnasebeta Roja Jinên Cîhanî hatin xelatkirin, di nav wan de siyasetmedar û nivîskara Cezayîrî Zohûr Ûnîsî ku di edebiyat, siyaset û şoreşê de naskirîye, her wiha gelek ji wan wek sembola welatê milyon û nûv şehîd hatin dîtin.
Di nav wan jinên ku di şahiyê de hatin xelatkirin jî parêzer û lêkolînera dîroka Cezayîrê Fatima El-Zehra Ben Birahîm û Seroka Komeleya Cezayîrê Leyla Walî jî hebûn.