Jinên Binarê Qendîlê banga beşdarbûna Newrozê li jinan kirin

Jinên Binarê Qendîlê bang li jinên Başurê Kurdistanê kirin ku tevlî cejna Newrozê ya ku dê li Binarê Qendîlê bê lidarxistin bibin.

Raperîn – Jinên Binarê Qendîlê bi diruşma “Dem dema azadiyê” ye bang li jinên Başurê Kurdistanê kirin ku tevlî cejna Newrozê ya 21’ê Adarê li Binarê Qendîlê  bê lidarxistin bibin. Li ser navê jinan Ronahî Rojhilat axivî û da zanîn ew jinên Binarê Qendîlê amadekariyên Newrozê dikin û li bendê ne hemû jinên Başûr wê rojê berê xwe bidin qada Newrozê.

“Beşdariyek mezin a jinan dê heyîbetê bixe qada Newrozê”

Ronahî Rojhilat da zanîn ku ew amadene ji bo cejna Newrozê pêşwazîya hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê bikin û wiha domand: “Em jinên Binarê Qendîlê bi giyana Arîn û Destînayan û diruşma ‘Dem dema azadiyê’ ye pêşwaziya cejna Newrozê dikin. Beşdariyek mezin a jinên Başûrê Kurdistanê dê heyîbetê bide qada Newrozê û emê hemû bi hev moral bigirin. Ger em bawer bikin û bi wê baweriyê berê xwe bidin qada Newrozê teqez emê ser bikevin.”

Çalakiya jinan bi diruşma “Jin jiyan azadî” dawî bû.