Jinên bi biryar gihiştin Tişrînê: Em ê axa xwe biparêzin
Jinên ku li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî, ruxmê êrişên dewleta Tirk jî ji bo piştevaniya bi şervanên QSD û YPJ’ê re berê xwe dan Tişrînê gotin: “Em ê axa xwe biparêzin û dagirkeran ji axa xwe paqij bikin.”
Tişrîn – Duh ji saetên sibehê ve bi hezaran gelê kantona Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha bi armanca piştgirîdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li benava Tişrînê, berê xwe dan cihê êrişan. Ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve konvaya gel hate hedef girtin.
Di encama êrişan de 4 welatî ku yek jê endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ye hat qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. Der barê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve jinên ku beşdarî konvayê bûne û berê we dane bendavê ji ajansa me re axivîn.
‘Em banga aşîtî û ewlehiyê dikin’
Hediya Mihemed ku ji Hesekê tevî konvayê bûye bal kişand ser ziyanên êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ser bendava Tişrînê û wiha vegot: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hedefgirtina Bendava Tişrînê ziyanên mezin dighînin herêmê. Di encama van êrişan de av û elektrîk li ser herêmê hatine qutkirin. Me berê xwe da Tişrînê bi armanca daxwaza rawestandina van êrişan û avakirina aşîtiyê li herêmê. Me tu herêmê dagir nekirine, em ser axa xwe ne. Erdogan bi dar zorê gelê Efrîn û Serêkaniyê koçberkirin, dixwaze me ji vir jî koçber bike. Em xwediyê vê axê ne û em ê ji bo parastina wê berdêlên giran jî bidin. Erdogan li pêşiya çavên cîhanê konvaya sivîlan hedef digire. Em ê tekoşîn û berxwedana xwe heya kêliya dawiyê bidomînin.”
‘Bi domandina êrişan wê felaketek mezin ava bibe’
Şadiye Ehmed ku ew jî ji Hesekê berê xwe daye Bendava Tişrînê wiha dibêje: “Em ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bendavê da ku nameyên xwe ji cîhanê re ragihînin. Em bang li rawestandina êrişên ku sivîlan dike armanc, dikin. Bi rêya bendavê av û elektrîk ji herêmê re tê peydakirin. Dewleta Tirk bi hedefgirtina binesaziyê herêmê hewil dide berxwedan gel lawaz bike. Em piştevaniya hêzên xwe ji bo avakirina aşîtiyê dikin. Ew êrişî konvayê dikin tevî ku dizanin em sivîl in. Bi vê yekê dixwazin komkujiyan bi serê gelê herêmê pêk bînin. Em ê bi şervanên xwe parastina axa xwe ji dagirkeriyê bikin. Banga me ji civaka navnetewî û rêxisitinên mafê mirovan re heye ku êrişên ser herêmê rawestînin, bi taybet êrişên ser bendavê wê felaketek mezin ava bibe. Dewleta Tirk a dagirker hemû peymanên navnetewî binpêk dike û sivîlan armanc digire.”
‘Em terka axa xwe nakin’
Şemsê Silêman ku ji koçberên Serêkaniyê ye û beşdarî konvaya gel bûye êrişên dagirkeriyê şermezar kir û got: “Me berê xwe daye bendavê ji bo daxwazên xwe ragihînin. Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê her hewil didin axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û kiryarên xwe tê de bimeşînin. Rojane zarokên me qetil dikin. Konvaya me hate hedef girtin û di encamê de birîndar û şehîd ji sivîlan çêbûn. Min bi kofiya xwe birînê yek ji birîndaran girêda. Em dayîk terka axa xwe nakin. Em ji balafirên dagirkeran tu caran natirsin.”