Jinên Başûrê Yemenê di şahiya 8’ê Adarê de hunerê xwe nîşan dan

Desteya Bilind a Jinên Başûr a Meclisa Demkî ya Yemenê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Jinên Başûr çêkerên guhertinê ne" şahiyek li dar xist.

NOOR SUFÎB

Yemen - Desteya Bilind a Jinên Başûr a Meclisa Demkî ya Yemenê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Jinên Başûr çêkerên guhertinê ne" şahiyek bi beşdarbûna jinên parêzgehên başûr li paytexta demkî Adenê li dar xist. Di şahiyê de gelek pankartên ku li ser pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin, hat nîşandayîn û gul li jinên beşdar hatin belav kirin.

"Banga rawestandina şer û pêkanîna aştiyê dikim"

Seroka Desteya Bilind a Jinaên Başûr Necwa Fidil got ku jin di encama şer û pevçûnan de êş û azarê dikişînin û wiha domand: "Banga rawestandina şer û pêkanîna aştiyê dikim."

"Bi tabloya xwe spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinên ji bo aştiyê têdikoşin dikim"

Amal Remzî ku di şahiyê de beşdarî xêzkirina zindî bû anî ziman ku wê bi tabloya xwe spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinên ku ji bo aştiyê têdikoşin kir û wiha lê zêde kir: "Min wêneyê aktîvîst Necwa Mekawî ya ku beşek ji ronesansa rizgariyê ya li dijî kolonyalîzma Brîtanî bû û sembola têkoşîna femînîst e, xêz kir. Jin bingeha civakê ne."

"Di Roja Jinên Cîhanê de me Dr. Hindiya El-Qetwa xelat kir"

Dr. Eşwaq El-Tirî diyar kir ku wan di Roja Jinên Cîhanê de Dr Hindiya El-Qetwa xelat kir û wiha pê de çû: "Dr.Hindiya El-Qetwa yekem jin e ku li devera Ezeriq kar dike, ev jin hêjayî hemû pêzanînekê ye, ji ber ku di salên borî de alîkariya jinan kir û jiyana wan rizgar kir."

Dr.Hindiya El-Qetwa kêfxweşiya xwe bi xelata ku ji aliyê Dezgeha Jin, Zarok û Jinên Gundewarî ku beşdarî şahiyê bûne, pêşkêşî wê hate kirin, anî ziman.