Jinên Bakurê Kurdistanê wê di hefteya 25’ê Mijdarê de li qadan bin
Di berferihiya heftiya roja 25’ê Mijdarê têkoşîna li dijî tundîtûjiya li ser jinan, jin ji bo balê bikşînin li ser têkoşînê jinan wê li qadan bin. Jinên Batman, Şirnex û Amedê bernamaye xwe ya 25’ê Mijdarê diyarkirin û banga beşdarbûna çalakiyan kirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan- Li Bakurê Kurdistanê jinan dest bi xebatên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tunditûjiya li jinan kirin. Jinan bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkere kir û wê çalakiyên weke daxuyaniyên çapemeniyê, firîna balona, bîranîna jinên hatin qetilkirin û meşan li dar bixin û wê jin di hefteya 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Jin wê bi xebatên xwe balê bikşînin ser tundiya ku di demên dawî de zêde bûne û mirina jinan û li herêmê bûyerên nexweş ên ku zêde diqewimin wekî destpêkirina fihûşê. Dema li Êlih, Şirnex, Amed û Mêrdînê jinan bernameya xwe eşkere kirin dan diyarkirin ku bi ruhê têkoşîna Sêvê û Asyayan ew amadekariyên 25’ê Mijdarê dikin.
“Li dijî polîtîkayên qirêj em ê tokoşînê bidomînin”
Endama platforma jinên Şahmaran ên Mardînê Gulîzar Îpek da zanîn ku li dijî sîstema desthilatdariya mêr wê têkoşînê bidomînin û weke jinên Mêrdînê ew ê bêjin “Niha ji bo jinan dema azadiyê” ye li qadan bin. Li dijî polîtîkayên qirêj ên şer em ê xebatên hişyarkirinê bidomînin û em ê bi bernameya 25’ê Mijdarê xwe bigihîjînin jinên ku li navçeyê dijîn û wiha got: “Wekî hûn dizanin di demên dawî de sîstem ji bo jinan bixe her cure rêbazên qirêj bi kar tîne. Rêbazên qirêj ên sîstemê her roja ku diçe zêde dibe. Em ê weke jin li dijî van hemû êrîşan berxwedana xwe hîn mezintir bikin û em tu caran dest ji mafên xwe bernadin. Li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstema mêrsalarî û ji bo înşakirina jiyana demokratîk em ê hîn zêdetir têbikoşin û li qadan bin.”
“Bi ruhê Sêvêyan em ê li qadan bin”
Endama Tevgera Azadiyê (TJA) Zozan Aksu da diyarkirin ku di hefteya 25’ê Mijdarê de em weke jinên Botanê bi ruhê têkoşîna Sêvê, Fatma, Pakîze û Asyayan em ê li qadan bin û wiha got: “Di demên dawî de bi taybetî li Kurdistanê li herêma Botanê polîtîkayek qirêj a tacîz, tecawiz, fuhûş, madeyên hişbir û her cure yên qirêj û tiştên li dijî exlaqê civakê li vê derê bi pêş dixin û ciwanên me ji çanda wan didin dûrxistin û bi xwe ve girê didin em di pêvajoyek wisa re derbas dibin. Niha li Tirkiyeyê bi taybetî gelê Kurdistanê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ev jî nîşan dide ku divê em zêdetir têbikoşin. Werin em bi hevre dest bidin hev û vê tecrîdê bişkînin û li çand, zarok, jin û civaka xwe xwedî derbikevin.”
“Em ê rêxistina jinan mezin bikin”
Hevseroka HDP’a Êlihê Fatma Ablay der barê bernameya ku li Êlihê were meşandin de bi bîr xist ku armanca wan ew e li dijî zîhniyeta qirkirina jinan li gundan û navçeyan bi sedan jinan re werin gel hev û got: “Em ê weke jinên Êlihê di tevahiya hefteya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tunditujiya li ser jinan de li her qadê desthilatdariya mêrsalariyê bişkinîn û ji bo bilindkirina têkoşîna jinan em ê li qadan bin. Tunditujiya li dijî jinan tundî, tacîz, îstîsmar û qetlîam bi awayek sîstematîk didome. Bi polîtakayên şer mirovan di aliyê aborî de dixin nava zoriyê. Di destpêkê de di 25’ê Mijdarê de 365 rojan li taxan, navçeyan û gundan bi jinan re em ê werin ba hev. Destpêka xebata me em ê bi jinan re eleqedar bibin. Di destpêkê de ji tundiyê bigre heta hemû mafên jinan em ê çavdêrî bikin û biparêzin û li dijî siyaseta qirker a ku îradeya jinan tune dihesibîne, êrîşên li dijî hevserokan, ferzkirina xizaniyê rêxistina jinan bilind bikin.”
Aktivîsta TJA’yê Zulfiye Kişmîr bang kir ku li her cihê jin lê hene li dijî tundî û kuştina jinan divê dengê xwe derbixin û jinên Amadê vexwend çalakiyên ku werin lidarxistin.
Li 4 herêman bernamaya 25’ê Mijdarê wiha ye:
BATMAN
Di 14’ê Adarê de bi daxuyaniya çapemeniyê starta bernameya xwe dan. Piştî startê bernameya ku were pêkanîn wiha ye:
*16’ê Mijdarê li taxan û gundan civîn dê werin lidarxistin.
*18’ê Mijdarê li taxan çalakî dê werin lidarxistin.
*19’ê Mijdarê dê ji bo girtîgehan kart werin şandin.
*20’ê Mijdarê kurtefîlm dê werin pêşandan.
*21’ê Mijdarê meşa meşaleyî dê were lidarxistin.
*22’yê Mijdarê li çiyayê Qîre balon dê werin firandin.
*25’ê Mijdarê meşeke girseyî dê were lidarxistin.
ŞIRNEX
Şirnexê 13’ê Mijdarê starta bername xwe da û bernemaya heta roja 25’ê Mijdarê wiha ye:
*15’ê Mijdarê li herêma Qilabanê panel dê were lidarxistin.
*17’ê Mijdarê li herêma Elkê balon dê werin firandin.
*20’ê Mijdarê jinên li Cizîrê hatine qetilkirin dê ku navên wan werin gotin.
*23’ê Mijdarê li Hezexê dê bi jinan re çalakiya zincîr a xemir were çêkirin.
*25’ê Mijdarê li Silopiya dê meşek girseyî were lidarxistin.
AMED
Bi koordînasyona HDP, OHD, TMMOB, weqfa jinan a Rosa û KESK’ê, bernameya 25’ê Mijdarê wiha ye:
*17’ê Mijdarê seat di 11.00 de li PTT’a Ofîsê ji bo jinên di girtîgehan dê kart werin şandin û piştre wê bi daxuyaniya çapemeniyê start were dayîn.
*17’ê Mijdarê dê ji hemû navçeyan li kolana hunerê xebata sticker were meşandin.
*Der barê 25’ê Mijdarê de dê afîş werin çapkirin û li hemû tax û riyên hatin û çûyînê yên navçeyê werin daliqandin.
*18’ê Mijdarê bi rêveberên herêmê re xebata atolyeyê dê were birêvebirin.
*19’ê Mijdarê di pêşengiya weqfa Jinan a Rosa de wê li Cafe Zerzevan Sûr, di navbera saet 13:00 û 16:00 de bi jinan re hevdîtin were kirin.
*20’ê Mijdarê li parka Koşuyoluyê di seat 12.00’an de bi pêşengiya ÎHD’ê de di hefteya windahiyan de ji bo Gulistan Doku dê bang were kirin.
*20’ê Mijdarê bi pêşengiya KESK’ê li gel jinan dê tûreke biskilêtê were lidarxistin.
*21’ê Mijdarê di saet 12.00’an de bi pêşengiya federasyonê li ber deriyê gitîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê were lidarxistin.
*21 Mijdarê bi pêşengiya komîsyona edaletê ya Gulistan Doku di seat 15:00’an de li şanoya bajarê Amedê şano were pêşkêşkirin.
*22’ê Mijdarê li hemû navçeyan xebat dê werin meşandin.
*23’ê Mijdarê di seat 09:00’an de bi pêşengiya Dayikên Aştiyê dê goristana gundê Sîsê were ziyaretkirin.
*23’ê Mijdarê di bin pêşengiya Jineoloji û KASED’ê de dê pêşangeha berga kovara Jineolojî di seat 16:00’an de li panoya bajarê Amedê were nîşandan û dê beşdarî lîstikê bibin.
*23’ê Mijdarê bi pêşengiya Jineoloji û KASED hevdîtin bi Sevînç Altan re çêbibe û di seat 17:00’an de beşdarî lîstika ku dê li şanoya bajarê Amedê were nîşandan bibin.
*24’ê Mijdarê dê rapora binpêkirana mafan a IHD’ê were aşkerekirin dê beşdarbûn were çêkirin.
* 24’ê Mijdarê dê li gel yekitiya DAKAP’ê panel were lidarxistin.
*24’ê Mijdarê ji bo sezayê ku dane Ayşe Gokkan şermezar bikin dê li ber edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.
*25’ê Mijdarê ji bo rapora salê ya girêdana tundiyê were aşkerekirin dê beşdarbûn were çêkirin.
*25’ê Mijdarê dê meşa meşaleyî di saet 17:00’an de were lidarxistin.
*26’ê Mijdarê dê şanoya ku KESK’ê li şanoya bajarê Amedê oraganîze kir beşdarbûn çêbibe.
*Hemû herêm, ji bo bernameyên xwe yên xweser dewlemend bikin, bi xebatên taxan, hatina gel hev a jinan û rêxistinên taxan wê çêbikin.
*Ji bo jinên girtî dê kart û pirtûk werin şandin.
MÊRDÎN
Mêrdîn TJA
*15’ê Mijdarê di seat 11:00’an de li Kerboranê starta bernameyê hat dayîn.
*17’ê Mijdarê li Midyadê di saet 11:00’an de ji bo jinên Êzidî yên li Midyadê hatin qetilkirin dê merasîma bîranînê were lidarxistin.
*18’ê Mijdarê di seat 12:00’an de dê jinên li Stewrê werin gel hev.
*19’ê Mijdarê dê jinên li Dêrika Çiyayê Mazî werin gel hev.
*20’ê Mijdarê seat di 11:00’an de wê jinên Artukluyê werin gel hev.
*21’ê Mijdarê jinên li Koserê dê werin gel hev û temaşeyê sînemayê bikin.
*22’yê Mijdarê jinên li Nisêbînê di TOKÎ’yan de dijîn dê werin gel hev.
*23’ê Mijdarê hevdîtina gundê Derik dê pêk were.
*24’ê Mijdarê di seat 11:00’an de jinên li Rişmil wê werin gel hev.
*25’ê Mijdarê di seat 13:00’an de meşa fînalê ya Mehsertê dê were lidarxistin. Cih: Gundê Denîz Poyraz.
Bernameya 25’ê Mijdarê ya Platforma jinên Şahmaran a Mêrdînê
*16’ê Mijdarê li salona baroyê bi civîna çapemeniyê dê starta bernameya 25’ê Mijdarê were dayîn.
*20’ê Mijdarê dê meclisa jinan a KESK’ê beşdarî bernameyê bibe.
*21’ê Mijdarê dê bi beşdarbûna hemû jinên weqfan taştê were dayîn.
*23’ê Mijdarê dê meclisa jinan a KESK’ê beşdarî nîşandana fîlmê girev bibe.
*25’ê Mijdarê ji bo meşa fînalê yaTJA’yê dê beşdarbûn çêbibe.