Jinên Amedî: Ji bo aştiyê ne gotin pratîk pêwîst e
Jinên Amedê têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekitiya neteweyî bang kirin, gotin ku tenê gotin têr nakin divê desthilatdarî ji bo aştiyê ji gotinan zêdetir di nava pratîkê de be.
Amed – Di vê dema ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomin de, rêxistinên civaka sivîl, ji bo balê bikşînin ser êrîşan û sûcên şer ên dewleta Tirk teşhîr bikin, li bajaran çalakiyan li dar dixin.
Di vê çarçoveyê de; bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA), bi Partiya Herêmên Demokratîk û DEM Partiyê, li Sûra Amedê Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) gelek kes kom bûn û çalakî li dar xistin.
Jinên ku tevli çalakiyê bûn, diyar kirin ku dewleta Tirk dê tu carî bi êrîşan encam negire.
‘Ger daxwazên Kurdan werin pejirandin dê çareserî çêbibe’
Pinar Memîş a tevli çalakiyê bû, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk da. Pinar Memîş ji bo daxwazên aştiyê bi cih werin û gavên berbiçav werin avêtin bang kir û got ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Pinar Memîş, diyar kir ku di şerê ku li Tirkiyeyê li dijî Kurdan hatiye destpêkirin de bi salan e xwîn dirije û got ku bo mirov neyên qetilkirin pêwîst e demildest ji bo aştiyê gavên jidil werin avêtin.
Pinar Memîş, wiha behsa armanca beşdariya nobetê kir: “Ji bo ku ev xwîn raweste, em bikaribin behsa aştiyê bikin, em li vir kom bûn. Divê Kurd bibin yek, hemû gelên ku aştiyê dixwazin divê bibin yek. Divê em her dem destekê bidin gelê Rojava.”
Pinar Memîş, bal kişand ser peyamên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta Îmraliyê ragihandiye û got: “Hevdîtin tenê bi pejirandina hebûna Kurdan û daxwazên wan dikarin bigihîjin serkeftinê.”
‘Em ji gotinên desthilatdariyê bawer nakin’
Hacer Kurt jî diyar kir ku li dijî gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer tên kirin û got ku divê ev sûc werin teşhîrkirin û her kes ji bo Rojava dengê xwe bilind bike.
Hacer Kurt diyar kir ku ew ji gotinên li ser ‘aştiyê’ yên hikumeta AKP’ê ku di demên dawî de tîne ziman bawer nakin û wiha got: “Hikumet di warê aştî û diyalogê de hinek tiştan dibêje û bang dike lê gavek navêje. Dijberî wê êrîşan zêde dike loma em niha ne li gotinan li pratîkê dinêrin.”
‘Hikumet hewl dide pêşî li bangên ji bo aştiyê bigre’
Endema Meclisa Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran jî got ku helwest û hewldanên hikumetê zelal in û bal kişand ku bi êrîşên topyekun, hem dixwaze berxwedana gel hem jî Şoreşa Rojava tasfiye bike û wiha domand: “Hikumeta Tirk li Tirkiyeyê û Bakur hewl dide hêzên şoreşger û demokratîk biçewisîne, pêşî li tevgera gel bigre. Rewş bêguman baş nîn e. Krîza xizanî û bêkariyê zêde dibe, şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe, edalet nameye. Ji ber van hemûyan li dijî pergalê hêrsek mezin heye. Pêla tasfiyeyê ya topyekun heye. Ji ber van hemûyan di navbera gotin û kirinê de nakokiyên mezin hene. Beycan Taşkiran got ku çi dibe bila bibe ew ê Şoreşa Rojava biparêzin.”
‘Bila ev şer biqede’
Dayika Aştiyê Fatma Yalçin jî got ku divê êdî aştî çêbibe û got: “Bila ev şer biqede, xwîn nerije. Qetilkirina sivîl û zarokan di kîjan pirtûkê de heye? Êdî bes e! Bila aştî çêbibe.”