Jinên Amedî: Ger ji dil bin bila destpêkê girtiyan berdin
Me ji jinên Amedê pirsa bendewariyên wan ên ji pêvajoyê kir û dayikên ku zarokên wan tevlî têkoşîna azadiyê bûne, girîngiya bi dawîbûna şer gotin “Ez dixwazim serê xwe daynim ser milê zaroka xwe ya ku hesreta wê mame û wisa bêhnê bigrim.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dest pê kir bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî û Biratî û Demokrasiyê didome. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê guhdarî kir. Di civînên roja Sêşem û Çarşemê de, xizmên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane, xwestin Abdullah Ocalan were berdan û komîsyon lê guherî bike. Dayikan bi gotinên; “Ne zarokên xwe, em çekan bixin bin axê. Dayikên leşker û gerîlayan bila hev hembêz bikin” bang kirin. Dayikên Şemiyê yên xizmên xwe di bin çavan de an jî cînayetên kiryar nediyar de winda kirine jî xwestin der barê aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de winda kirine de agahî ji wan re were dayîn û berpirsyar derkevin pêşberî dadgehê. Her wiha xwestin di bin banê komîsyonê de komîsyonek bi navê “lêkolînkirina heqîqetê” were avakirin.
Têkildarî pêvajoyê me mîkrofona xwe dirêjî jinên Amedê kir û bendewariya wan a ji pêvajoyê pirsî.
Meral Kaya fikarên xwe yên ji bo pêvajoyê bi bîrxistina yên beriya vê pêvajoyê anî ziman, diyar kir ku bi salan ew ji bo wekheviyê têkoşiyane lê ji aliyê dewletê ve her dem hatine mijûlkirin êdî aştiyeke rastîn û mayînde dixwazin. Meral Kaya got: “Em mafê perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Em dixwazin li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Bila dibistanên me yên bi zimanê Kurdî hebin.”
‘Kurd bi vegera gundan dê bikaribin debara xwe bikin’
Alîkarê serokokmar Cevdet Yilmaz, got ku ji bo mesrefên parastinê 913.9 milyar TL û ji bo ewlehiya navxweyî jî 694.5 milyar TL hatiye veqetandin. Bi vê yekê dema ku çavkaniya ji bo Fona Destedayîna Senayî û Parastinê (SSDF) jî bikeve ser ji bo şer trîlyon û 608 milyar TL tê texsîskirin.
Ev miqdar di butçeya sala 2023’yan de 529 milyar, di ya 2024'an de nêzî 971 milyar TL bû. Bi vê yekê butçeya şer, enflasyon jî di nav de di salek de ji sedî 165 zêde bû.
Meral Kaya jî bal kişand ser bandora şer a li ser aboriyê diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan Kurd neçar mane gundên xwe biterikînin, li bajaran bi cih bibin û got: “Berê mirovan zeviyên xwe diçandin lê bi pêvajoya şer re mirov ji ber zextan reviyan, li bajaran bi cih bûn loma hilberîn jî nema. Piştî ku hilberîn nema, rewşa aborî xirab bû. Ger aştî çêbibe dê mirov bikaribin vegerin gundên xwe, zeviyên xwe biçînin. Qet nebe dê rewşa aborî baştir bibe. Li cihê ku ji derve tiştan bikirin dê di axa xwe de çandiniyê bikin. Gel ji aliyê aborî ve pir di zoriyê de ye. Divê aborî ji bo her kesê wekhev be divê wekhevî çêbibe. Dewlemendiya dewlemendan zêdetir bû, ên xizan her çû xizantir bûn. Êdî di navbera rewşa aborî ya mirovan de pir cudahî heye.”
‘Bêbawerî heye’
Meral Kaya diyar kir ku gel hê jî ji hikumetê bawer nake û bi temkîn e, gotinên xw wiha domand: “Em jinên Kurd ji jidiliya hikumetê ya ji bo vê pêvajoyê bawer nîn in. Ez bi fikarim û dibe ku senaryoyek cuda derkeve. Belê PKK’ê çek danî lê aliyê din jî divê dest ji zextan berde. Divê leşker jî çekan daynin da ku em ji pêvajoyeke bê çek bawer bikin. Bêguman em dixwazin çareseriyeke wiha çêbibe. Demên awarte tên bîra me wê demê jî zêdetir Kurdan zorî kişandin. Di sateen 5’ê sibehê de davêtin ser malên me. Divê dewlet êdî temînat bide. Divê ji bo endamên PKK’ê yên ji di riya aştiyê de çekên xwe şewitandin jî ev temînat were dayîn.
‘Em hê jî nikarin li saziyên dewletê bi Kurdî biaxivin’
Zînê Abay a ku tevî temenê xwe yê mezin jî pêşketina dişopîne li ser bendewariyên jinan ên ji pêvajoyê wiha dibêje: “Komîsyonek hat avakirin ger jidilî hebe pêşî divê girtî serbest werin berdan. Divê Rêber Apo û Selehedîn Demîrtaş werin berdan lê em dibînin ku gelek tiştên em nizanin hene. Em nizanin dê pêvajoya çawa be û dê çi bikin. Bila êdî me nexapînin. Ger pêvajoyeke rastîn be bêguman em dixwazin bi dawî bibe. Em dixwazin ji dil bin. Bila zimanê me êdî azad be, em jî azad bibin êdî. Hê jî li saziyên dewletê em nikarin bi Kurdî biaxivin. Girtîgeh tije ciwanên Kurd in, em dixwazin hemû derbikevin.”
Kurekî Muşeher Ulker tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Muşeher Ulker diyar dike ku weke dayik, pêvajoyê hêviyê dide wan û diyar dike ku ew bi hêvî li benda roja ku kurê xwe hembêz bike ye.
‘Dixwazim serê xwe daynim ser milê kurê xwe û bêhnê bigrim’
Muşeher Ulker, got: “Ez li pêşberî hemû şehîdên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî xwe ditewînim. Bi saya wan şehîdan cîhanê Kurdan nas kir. Îro pêvajoyek heye, bi saya Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Divê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin ji dil be. Divê ev şer biqede êdî, xwîn bi xwînê paqij nabe. Ez jî dayika gerîla me, aştiyê dixwazim. 14 sal in bi hesreta kurê xwe me, dixwazim wî hembêz bikim û ramûsim. Dixwazim serê xwe daynim ser milê wî bêhnê bigrim. Weke hemû dayîkên gerîlayan ez van dixwazim. Bila bi vê hesreta dayîkan nêzî pêvajoyê bibin.”
‘Abdullah Ocalan gilokek agir xist nava destên wan’
Muşeher Ulker bak kişand ser rola Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de û wiha domand: “Dîtin ku şerê 50 sal in didome, çareserî nîn e lê Ocalan gilokek agir xist destên wan û ji wan re got ‘divê hûn çareser bikin.’ Ocalan Kurdan şiyar kir. Niha dora Kurdan e divê xwedî li pêvajo û têkoşînê derbikevin. Kurdan bi salan got ‘kilîta aştiyê li Îmraliyê ye.’ Dewletê jî dît ku kilît li Îmraliyê ye.”
‘Ger aştî çênebe em ê hemû di nava vê qirêjiyê de tune bibin’
Muşeher Ulker diyar kir ku êdî Kurd bi pêvajoyên sexte yên aştiyê naxapin, bi temkîn nêz dibin û wiha domand: “Ger aştî çênebe dê mexdûrên vî şerî her du alî bin. Heta aştî çênebe dê mirov bigrîn. Ji vê saetê şûnve Kurd nayên xapandin, ev pêvajo dê nebe pêvajoya mijûlkirinê. Gelê ku bi salan e şer dike nayê xapandin. Dema ku mirov dimriyan aliyê din digot; ‘bila welat sax be.’ Li cihê ku mirin hebe welat ji birînan re nabe derman. Dayikên Kurd jî digotin ‘dilê me şewitiye, bila dilê kesên din neşewite.’ Em dixwazin baş bibin, ji ber wê divê bi hesasiyet nêzî vê pêvajoyê bibin. Em pêvajoyeke paqij û zelal dixwazin an na di nava vê qirêjiyê de em ê hemû tune bibin.”
‘Li meclîsê qedexekirina Kurdî nayê qebûlkirin’
Di civîna komîsyonê de destûr nedan Dayîkên Aştiyê bi Kurdî biaxvin her çendî parlamenterên DEM Partiyê diyar kirin ku dê tercumaniyê bikin jî daxwaza wan hat redkirin.
Necmiye Yaşar a herî dawî axivî wiha got: “Di civîna komîsyonê de dayîkan xwestin bi Kurdî biaxivin lê destûr nedan wan. Ez 37 sal in li bajar dijîm hê jî hînî Tirkî nebûme. Bêguman zanîna ziman girîng e lê em hê nikarin bi awayê azad bi zimanê xwe biaxivin. Di girtîgehan de xizmên min hene, ez ji bo hevdîtinê çûm Trabzon û Dîlokê, bi zorê be jî bi Kurdî axivîm.”
Necmiye Yaşar bal kişand ser civînên komîsyonê û got: “Ji bo jiyana azad divê mirov bi şev û roj bixebite. Divê partiyên siyasî kolan bi kolan bigerin. Her dayîk xwedî birînek e, bedel dane. Em jin dixwazin şer bi dawî bibe.”
‘Divê girtiyên siyasî werin berdan’
Necmiye Yaşar xwest hem jinên Kurd hem jî yên Tirk destekê bidin pêvajoyê û wiha bi dawî kir: “Em naxwazin dayikên Tirk jî bigrîn. Mirovên ku 33 sal in girtî ne hene divê hemû werin berdan. Ger gavek were avêtin pêşî divê ew werin berdan. Bila êdî xwîna mirovan li ser van axan nerije. Vî şerî hem li dijî mirov hem jî li dijî xwezayê ye. Bila şer biqede, doza me doza zadiyê ye. Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan.”