Jinên Amedê ji Newrozê re amade ne
Jinên Amedê yên kelecana ku di pîrozbahiyên Newrozê yên qedexekirî de jiyane parve kirin, diyar kirin ku weke her sal dê îsal jî li qadan bin û gotin, "Heta baweriya me hebe dê ev berxwedan bi dawî nebe."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Ji bo gelên Rojhilata Navîn 21’ê Adarê Cejna Newrozê rojeke girîng e. Cejna Newrozê ku ji bo gelê Kurd jî bilî hatina biharê, sembola berxwedan û têkoşînê ye, bi salan e li gelek bajarên herêmê tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê ya ku tevî qedexe û astengiyan gihîşt bi mîlyonan kesî, di dîrokê de şahidiya gelek komkujiyan kir. Di Cejna Newrozê ya ku salên 90'î de li navendên wekî Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Amedê hatin pîrozkirin de gelek kes hatin qetilkirin an jî hatin binçavkirin.
Bi dehan kes birîndar bûn û ewqas jî hatin binçavkirin
Li Amedê di pîrozbahiya Newrozê ya herî dawî di sala 2012'an de hatibû qedexekirin de 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn. Dema polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxeleyî qadên pîrozbahiyê kirin, di mudaxaleyan de piraniya wan zarok bi dehan kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin. Tevî qedexeyan jî gel li cihên cuda yên bajêr li hev civiyan û agirê Newrozê pêxistin. Jinên ku diyar dikin tevî 10 sal derbas bûye jî nikarin wê rojê ji bîr bikin, gotin li tevî qedexeyan jî Newroz bi têra dilê xwe pîroz kirin. Jinên ku diyar kirin tevî dorpêça polîsan agirê Newrozê pêxistin, dest nîşan kirin ku li bajêr pîrozbahî heta nîvê şevê berdewam kiriye.
"Laçika li ser serê min avêtin nav agir"
Yek ji jinên ku di pîrozbahiya Newroza 2012'an de li kolanan bû Sultan Altan jî diyar kir ku tevî polîsan gel ji her kolanê derketiye û li ser rêya Erganiyê kom bûne. Sultan Altan diyar kir ku gel bi kamyon, traktor û lingan hatin qadan û wiha axivî: “Wê rojê li serê min laçika bi rengên kesk, sor û zer hebû, polîsan ji min girtin. Dema min ji destê wan kaşkir, ew ji avêtin nav agir. Piştî ku laçikê min avêtin agir, min kefiya li pişta xwe derxist û danî ser serê xwe. Li vir jî em tax bi tax, kolan bi kolan digeriyan. Ciwanên me lêdixistin û dikuştin. Hem derp dikirin hem jî digirtin. Tiştek ku wan wê rojê nekir nema.”
“Zarokên me bi cil û bergên reş dihatin mal e”
Sultan Altan balkişand ku Newroza ku niha tê pîrozkirin weke wê pêvajoyê ne bi coş e û got ku ew ê wek her sal îsal jî li qada Newrozê be. Sultan Altan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Zarokên me di wê Newrozê de, ji ber bi agir lêyistin, bi cil û bergên reş dihatin malê. Heta baweriya me hebe dê ev berxwedan bi dawî nebe. Ev cejna me ye salê carekê çêdibe. Ji bo me wekî ku kulîlk şîn dibe kêfxweşiyek pir mezin e. Em ê Îsal jî biçin. Niha serbest û xweş e, lê dîsa jî wek wê rojê ne ewqas kelecan e. Ez vê Newroza bi coş û aştiyane li hemû gelan pîroz dikim. Bila hemû gelê me beşdar bibe û kêyfxweş derbas bibe.”
“Me di nava dorpêça polîsan de pîroz kir”
Ji şahidên wê rojê Xalise Ablay jî anî ziman ku bi meşekê hatiye navenda bajêr û bi coş Newroz pîroz kiriye. Albay Xalise bi gotina "Qedexe hebû, lê gel bêyî ku guh bide qedexeyê agir pêxistin" pêvajoyê kurte kir û wiha got: "Em bi coş û heyecaneke mezin diçûn Newrozê. Newrozeke pir xweş bû û em pir kêfxweş bûn. Gelek kes û ciwan hatin. Li derdora me gelek polîs hebûn, lê em qet netirsiyan. Her kes ji kolanekê daketin qadan. Hinek bi traktoran, hinek jî bi kamyonan hatin, lê ez bi peyatî hatim navenda bajêr. Newrozên berê wiha bûn. Qedexe bû, zehmet bû, lê dîsa jî xweş bû û gel pîrozbahî dikir.”
"Mirovan qedexe guhdar nedikirin”
Xalise Ablay diyar kir ku ew ê li qada Newrozê ku mîna deh sal berê wê îsal jî bi peyatî biçe, pîrozbahî bike û got ku 30 sal in di heman rojê de heman agirê vêxistiye. Xalise Ablay herî dawî ev tişt parve kir: “Niha destûr didin, lê wê demê zedêtir xweşiktir bû. Bi qasî ku zehmet bû jî mirov dihatin qadan. Nehiştin agir pêxin, destûr nedidan pîrozbahiyan, çi ji destê wan dihat dikirin, lê girse hebû û gel tu astengî nas nedikir. Li kêyfa xwe jî dinêrt û govend jî dikşand. Mirov qet ne ditirsiyan. Her tiştî dikirin. 30 sal in ez Newrozê pîroz dikim. Ez ê îsal li heman cihî bim.”