Jinên Amedê dixwazin li dijî qetilkirinan xweparastin bê pêşxistin

Jinên Amedê, bal kişandin ku qetlîamên li dijî jinan bi polîtîkayên bêcezakirinê zêde dibin û wiha gotin: "Divê rêxistinbûn û xweparastin bê zêdekirin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê ji nûçeyan berhev kiriye; tenê di meha Adarê de 24 jin û 2 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 24 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman ket qeydan. Tê diyarkirin ku di çar mehên ewil ên sala 2024’an de hejmara qetlîamên jinan herî kêm 124 e. Li hemberî pêşîgirtina qetlîamên jinan tu gavên bibandor nayên avêtin, zagonên nayên pêkanîn jî hîn zêdetir dibe sedema wêrekbûna kiryaran. Jinên Amedê yên der barê vê pêvajoyê de nirxandinan kirin, diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina zêdebûna qetlîamên jinan, divê hem rêxistinbûn û hem jî xebatên têkildarî jinan bên mezinkirin.

‘Pêwîst e têkoşîn û hejmar jî zêde bibe’

Sekretera Jinan a Amedê ya Sendîkaya Yapı-Yol Senê Leyla Tuncer, da zanîn ku ji bo têkoşînek bi bandor divê xebata jinan û hejmara jinan bê zêdekirin. Leyla Tuncer, anî ziman ku divê di mijara xweparastin û rêxistinbûnê de ji jinan re perwerdeyên hişmendîkirinê bên dayîn û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Em her roj bi nûçeyên cînayetên jinan an jî tundiya li dijî jinan hişyar dibin. Her çend em bertek nîşanî vê yekê bidin jî, hikûmet di vê mijarê de gavek bi bandor navêje. Tundiya li dijî jinan, tacîza li ser jinan û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan ku lingê polîtîkayên şerê taybet e, roj bi roj zêde dibe. Em wek STK’ê li dijî vê yekê rawestin. Divê jin ne tenê li qadan, li cihên kar, li kolanan an jî li malên xwe ji bo vê yekê xebat bimeşîne. Bi taybetî di mijara çawa li dijî tundî û tacîzê derdikevin de barek mezin dikeve li ser rêxistinên civaka sivîl. Divê der barê vê yekê de perwerde bê dayîn. Dive hertim têkildarî vê yekê xebat bê kirin. Pêwîst e em bi hevgirtin û rêxistinbûnê ji vê qirkirina zayendê re bibêjin raweste. Mixabin em nikarin vê yekê bi 5 an jî 10 jinan re bikin. Her çiqas hejmara me û hevgirtina me zêde bibe, em xurtir bibin. Divê em ji malbatê ku yekîtiya herî biçûk a civakê destpêbikin û xweparastibe pêşbixin. Pêwîstê jin û zarokên herî nêzî me di vê mijarê de bên hişmendîkirin. Ji bo vê yekê divê gavên ku em bavêjin hişmendî û rêxistinkirin be.”

'Divê rêxistinbûn û xweparastin bê zêdekirin'

Endama Komeleya Jinan a Rosa Esra Şik Mercan jî diyar dike ku divê têkiliyên bi jinan re hîn zêdetir bibe. Esra Şik Mercan, diyar kir ku ger zagonên pêwîst bên bicihanîn, wê di kiryaran de rewşek bibandor derbikeve û wiha got: “Wek civak tişta dikeve li ser milê me divê dema em rastî tundiyê werin pêşiya vê bigrin û refleksek bi tendurist bidin. Divê li gorî zagonên pêwîst ji kiryaran re cezayên pêwîst bê dayîn. Mixabin ji ber ku ev yasa nayên bicihanîn, sûcên li dijî jin û zarokan zêde dibe. Ez di vê xalê de bang li kesên pêwîst dikim ku erka xwe pêk bînin. Dema jin rastî şîdetê tê, divê dengê xwe bilind bikin û li dijî vê yekê xweparastinê pêk bînin. Yekane tişta ku pêwîste em bikim ew e ku diveê em hîn bêtir xwe birêxistin bikin û hemû jinan bihişmend bikin.”

'Pêkanîna zagonan pêwîstiyek e'

Esra Şik Mercan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî sebra jinan nema. Betalkirina Peymana Stenbolê û dîsa nepêkanîna pêvajoya yasaya bi hejmara 6284’an bû sedema pêşînegirtinê. Pêkanîna van yasayan ji bo me jinan pêwîstiyek e. Dîsa dema mêrên  kiryarên tundî û cînayetan bertek pêwîst digrin nikarin derkevin nava civakê û divê ev kesan di nava civakê de cih negirin.”

'Rêveberiyên xwecihî wê ji bo jinan çareseriyan peyda bike’

Endama Meclisa Şaredariyê Kader Uzun jî diyar kir ku bi taybetî jî li herêmê ji bo kêmkirina van sûcan û avakirina qadên jiyanê yên ji bo jinan dest bi xebatê kirine. Kader Uzun, der barê xebatên xwe de wiha axivî: “Mixabin di sedsala 21’emîn de hêj cînayetên jinnan û tundiya li ser jinan pir zêde tê jiyîn. Ji bo dawîanîna vê yekê jî tu gav nayên avêtin. Têkoşînek pir cidî ya jinan heye. Têkoşîna heyî jî timî caran rastî êrîş û astengiyan tê. Bi taybetî li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet re ev rewş hîn zêdetir bûye. Jin tên çewisandin û li malê tên heps kirin. Dîsa di vê pêvajoya heyî de tê xwestin ku jin hem ji qadên civakî, hem siyasî û hem jî aborî bên dûrxistin. Divê em jin dawî li vê yekê bînin. Divê em rêxistinbûna heyî mezin bikin û piştgiriya bi jinan re zêde bikin. Dîsa pêwîst e em têkiliya heyî bi pergalî bikin. Em ê wek rêveberiyên xwecihî vegerin ser xebatên xwe yên berê. Em ê saziyên jinan aktîf bikin û di her xalê de xebat bimeşînin. Kurs û qadên me yên jiyanê paşve werin girtin. Di vê wateyê de em ê di her pirsgirêk û pêdiviyê de li gel jinan bin.”