Jinên Afganistanê êrîşên sûîkastê û komkujiyên jinan şermezar kirin

Çalakvanên li Efganîstanê, komkûjiyên jinan ên li welat tên jiyîn şermezar kirin. Jinan bal kişand li ser sûîkastên ku li hemberî çalakvanan tê kirin û bang li tevahî cîhanê kirin û gotin: “Me jibîr nekin.”

Kabil – Jinên Efgan ên çalakvanên Rakhshaneh a girêdayî Kabil a paytaxta Efganîstanê, li dijî komkûjiyên jinan çalakî lidar xistin. Çalakvanên jin bal lê kişandin ku piştî Talîban dest danî ser desthilatê şûnde li welat rêjeya komkûjiyên jinan zêdetir bû û li hemberî sepanên dijminahiya jinê yê Talîbanê bertek dan nîşandan. Jinên Efgan ên li ser pankartan dirûşme û daxwazên xwe nivîsandin, bi awayê ku rûyê wan girtî be daxûyaniya xwe dan.

“Êdî tehamula jinan nema”

Jinan di daxûyaniya xwe de wiha gotin: “Di demên dawiyê de bêyî were ragihandin, li hemberî jinan rêze komkûjiyên ku rûyê wan girtî ye hat jiyîn. Divê Talîbanê bi lez û bez çalakiyên xwe yên dijî mirovî bisekinîne. Êdî tehamula gel û jinên Efgan nema.”

 “Sûikast serê xwe girt û diçe”

Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku wêneya laşê jinekê ku bi awayekê dest û lingê wê girêdayî li herema deşta Barchi ya Kabîlê hatiye qetilkirin û piştre wê avêtine ser zibalê, li ser medya mecazî hatiye belavkirin û wiha hat gotin: “Tê xwestin ku Efganîstan di nav nediyarbûnek pir mezin de were girtin. Bi însanan de tirsê didin avakirin. Ji xwe bêkarî, bê ewlehî û sûîkastên li hemberî çalakvanên jin serê xwe girt û diçe. Ev hemû diyardeyên wisane ku dikare pêşî li înfîalek civakî veke”.

Banga Hestyarbûnê: Me jibîr nekin

Di berdewamiya daxûyaniyê de wiha aht gotin: “Divê em li hemberî drama ku li Ukraynayê tê jiyîn hestyar bin û vê şerê şermezar bikin. Divê jinên Efganî tiştên ku jiyane, neyê jibîrkirin. Cîhan di nav felaketek mezin de ye. Jinên Efganî ne di nav şer de, ji ber ku daxwaza mafên xwe dikin li nav kolanan tên qetilkirin û hêj ev qetlîam berdewam dikin. Li dijî pêkûtî, îşkence, binçavkirin û qetilkirinan em weke jinên Efganî bi awayekê aşkere û îllegal birêxistinbûna xwe berdewam dikin, hêj hêviyên me hene”.