Jinên Afganî: Vegera Talîbanê vegera terorizma kurewî ye

Ji Afganistanê komek çalakvanên jinên Afganstanê, der barê dest danîna Talîbanê li ser desthildariya welat û bi şûnde vegera wî, wiha gotin ku vegera talîbanê vegera terorîzma kurewî ye.”

Navenda Nûçeyan- Li Afganistanê komek çalakvanên jin, bawer dikin ku serdestiya Talîbanê dê li welat bibe sedema vegera terorîzma kurewî. Koma bi navê "Tevgera Xweser a Berxwedêrên Jin ên Afganî" daxuyanî da.

Jinên Afgan ên ku ji bo ewlekariya xwe daxuyaniya xwe bi rûyê nixumandî dan, fikarên xwe yên der barê vegera Talîbanê ya li welat parve kirin. Jinên ku bi bîr xistin dema 20 salên ku bandora Talîbanê kêm bû, roj bi roj bi destxistina destkeftiyan derbas kirin, hişyarî dan ku pêvajoyên têkoşîna wan a 20 salan di xeterê de ye.

Jinên Afganî yên dibêjin; "Divê her kes bibîne ku Talîban xeterek rast e û divê weke tifaq, hêzeke koalîsyonê neyê pênasekirin" û ev peyam dan: “Vegera talîbanê vegera terorîzma kurewî ye.”