Jinên Afganî li hemberî nevekirina dibistanê zarokên keç xwepêşandan kirin

Jinên Afganistanê li hev kom bûn û bi diruşma "Nan, kar, xwendin û hîcab hincet ên plana dijberiya jinê ne", banga vekirina dibistanên jinan kirin.

Navenda Nûçeyan – Qedexeya ku Talîbanê derbarê perwerdeya jinan û zarokên keç de girtiye berdewame. Rêveberiya Talîbanê ya di raya giştî ya navnetewî de soz perwerda zarokên keç dewam bike dabû vê carê jî bi gotina “Ger cilên dibistanan li gor zagon, çand û kevneşopiya Efgan were sazkirin, li gor vê dê biryara vekirinê were ser ziman” bêyî ku vebe, dibistan girt.

Li Afganîstanê biryar bû ku dibistanên zarokên keç û jin lê dixwînin çend meh bû hatîn girtin roja çarşemê bihatana vekirin, lê Wezareta Perwerdeyê ya Talîbanê ragihand ku dibistanên navîn û amadeyî yên jinan dê heta daxuyaniyeke din girtî bimînin.

Li gorî agahiyan, duh li hin dibistanên bajarê Kabîlê xwendekar ji pola yekem heta diwanzdehan amade bûn, lê berpirsên dibistanan ji pola şeşan re gotine ku heta fermaneke din neçin dibistanê. Li Faryabê diviyabû zengila dibistanê bi amadebûna mamosteyên jin bihata lêdan, lê destûr nehat dayîn.

Jinên Efxanî di xwepêşandanekê de bertek nîşanî girtina dibistanên amadeyî yên jinan li Afganistanê dan. Jinên xwepêşander li yek ji parêzgehên bakurê Afganîstanê çalakiyek protestoyî bi dirûşma "Nan, kar, xwendin û hîcab hincet ên plana dijberiya jinê ne", banga vekirina dibistanan ji bo jinan kirin.