Jinên Afganî ji bo mafê kar û xwendinê çalakî lidar xistin

Hejmarek jin û keçên li bajarê Kabîlê yê Afganîstanê ji bo daxwaza mafê kar û xwendinê bi dirûşma “Dersek bê tirs” xwepêşandanek lidar xistin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Talîbanê di sala 2021'an de desthilatdarî bi dest xist, çûna dibistanê li zarokên keç qedexe kir û di 23'ê Adara 2022'an de girtina dibistanan ragihand. Bi sedema girtina dibistanên keçan, hejmarek jin û keçên li bajarê Kabîlê yê Afganîstanê di bin dirûşma "Dersek bê tirs" ji bo daxwaza mafê kar û xwendinê xwepêşandanek li nêzîkî çend dibistanan li deverên cuda yên bajarê Kabîlê organîze kirin.

Di xwepêşandanê de jinan tekez kirin ku berdewamiya bêparkirina keçan ji xwendinê binpêkirina mafên mirovan e û wiha gotin: "Girtina dibistanan ji bo xwendekarên keç li Afganîstanê siyaseta cudaxwaz û tundiya Talîbanê ya li dijî jin û keçan nîşan dide. Divê ev tundî bi dawî bibe."

Li gor rapora Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê, Talîban tundiya xwe ya nû li dijî jin û keçan bi awayekî berçav zêde kiriye.

Li gorî texmînên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, li Afganistanê xwendina navîn ji bo nêzî sê mîlyon keçan qedexe ye.