Jinên Afganî êrîşa li ser dibistanê ya li Kabîlê şermezar kirin

Jinên Afganî, êrîşa duh a li Kabîlê ya li dijî dibistanekê hat û di encamê de 20 kesên ku piraniya wan xwendekarên keç bûn jiyana xwe ji dest dabûn, şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Afganistan Kabîlê ku niştecihên Hezara yên Şîe lê zêde ne dibistanek hat hedefgirtin.

Di êrîşa ku tê texmînkirin "êrîşa înteharê ye” de 20 kesên ku piraniya wan xwendekarên keç in jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn. Jinên Afgan ji bo şermezar kirina êrişê li hev civiyan. Jinan pankartên bi nivîsa "Qirkirina Hazaran rawestînin" hilgirtin. Jinan di meşa ku li ber Nexweşxaneya Deşt El Berşî hat li dar xistin de, dirûşma "Şîî bûyin ne sûc e" qîriyan. Ferzana Ehmedî ya 19 salî ku beşdarî meşê bû wiha got: “Em daxwaza dawî lê anîna vê qirkirinê dikin.”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û diyar kir ku divê ji bo misogerkirina ewlekariya endamên komên kêmanî tedbîrên lezgîn bên girtin.