Jinên Şengalê: Tecrîd li ser me hemuyan e

Pêkhateyên Şengalê li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li darxistin. Jinên beşdarî meşê bûn gotin ku “Tecrîd li ser me hemuyan e” û destnîşan kirin ku dê heyanî hevdîtinek pêk neyê li qadan bin.

Şengal Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê (MXDŞ) gelê Şengalê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li darxistin. Meşa ku bi hemu pêkhateyên Şengalê hat lidar xistin, ji mifriqê zîraa yê navçeya Sînunê heya ba Çerxerêya Mam Zekî ya navenda Sînunê berdewamkir. Di meşê de gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd, ala TAJÊ rakirin.

Di dawiya meşê de li ser navê tevahî pêkhate sazî û dezgehên Şengalê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew weke gelê Şengalê ji rewş û tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi guman in, û gotin: “Em weke pêkhateyên Şengalê dibêjin divê ku demildest parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtin bikin û gel ji Rêber Apo agahdar bibin.”

‘Bêdengî dijberiya azadiya gelan e’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Zehrê Şemo bal kişan pergala tecrîdê ya ku her diçe kûrtir dibe û wiha domand; “Em weke dayikên Şengalê ji bo Rêberê xwe vê meşê li dar dixin, weke gelê Şengalê yên ku ji pêkhateyên cuda pêk tê em dibêjin em ê tu caran tecrîdê qebul nekin. Ev tecrîd li hember me tevan e û em weke jinên Êzidî Azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Bêdengiya li hember tecrîdê dijminatiya li hember azadiya gelan e, heya hevdîtin bi Rêber Apo re çênebe em ê li ser lingan bin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Meyan Salih jî got: “Em weke dayikên Şengalê azadiya Rêber Apo dixwazin. Em dixwazin ku tevahî cîhan bizane, heya Rêber Apo azad nebe em ê tekoşîn bikin. ”