Jinên Şengalê: Divê hikumeta Iraqê ji kiryarên xwe şerm bike

Jinên Şengalê têkildarî êrîşên artêşa Iraqê 18’ê mehê ser Şengalê kirin de gotin: “Bi berxwedanê me kariye heya roja îro bên. Ji niha û şonde jî ji bo parstina Şengalê em ê her tiştî bikin.”

Şengal – Piştî ku di 17’ê Nîsanê de dewleta tirk êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kir, di 18’ê Nîsanê de jî hikumeta Iraqê jî êrîşî ser asayîşa Êzidîxanê kir. Êzîrşên li ser Şengal û giştî Başûrê Kurdistanê li gelek deveran hatin pirotestokirin. Welatiyên Şengalê jî li hemberî êrîşan li ser piyane û asayîşa xwe bi destê ti hêzên biyanî ve bernadin. Jinên Şengalê yên bi biriyar di van çalakiyan de cîh digirin ji bo parastina axa xwe bi biriyarin. Li ser van mijaran Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi beşdariya nûnerên saziyên Şengalê  duh li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş civînek awarte lidarxistin û rewşa siyasî ya Iraqê, Şengal û cîhanê nirxand.

Cîgira Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Sêvê Emo têkildarî mijarê nirxandinên giring kir û got: “Em tu car alîgirê şer nînin. Lê kî dibe bila bibe eger mirovê me be jî li dijî civaka me tevbiger emê li hember wan şer bikin û parastina xwe bikin. Çawa ku di çileya havînê ku li gel me pîroze de çeteyên DAIŞ’ê ferman bi ser me de anîn, artîşa Iraqê jî di cejna me ya herî pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê de êrîş birin ser asayîşa me. Ev êrîş ne tenê li ser asayîşa me ye, li ser hemû civaka me ye. Ji ber ku em hemû asayîşa Êzidxanê ne. Ev êrîşa dawî ya li ser Şengalê ji Peymana 9’ê Cotmehê ne qute. Niha jî li Iraqê ti hikumetek avakirî nîne. Ruxmî viya diranên xwe li hember Şengalê tuj dikin. Ev jî ne tenê bi destê Iraqê tê kirin. Ev plana dewleta Tirke. Ji ber dewleta Tirk nikare bi tena serê xwe bê Şengalê her wiha PDK jî nikare, lewma diçin artêşa Iraqê bi ser me de dişînin. Em weke civaka Êzidî li hember her êrîşê amade ne parastina xwe bikin. Li gel wê jî timî em ji diyalogê re jî amade ne.”

Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Borik jî ji bo êrîşên hikumeta Iraqê ên vê dema dawî ev tişt got: “Lazime hikumeta Iraqê ji kiryarên xwe şerim bike. Her kes dizane yên Şengal rizgar kirin emin û yên yekem car li ser axa Şengalê piştî rizgarkirinê ala Iraqê bilind kirin dîsa em bûn, asayîşa me, YJŞ û YBŞ ya me bû. Bi saya van hêzan Artêşa Iraqê karî carek din vegere Şengalê. Yanî lazime Iraqê neşimite nav siyaseta dewleta Tirk û hişyar be. Tiştekî ku em jê bitirsin nemaye. Li dora me binêrin me bi sedan şehîdan ji bo parstina baweriya xwe dane. Me soz daye van şehîdan em ê Şengalê bi destê ti hêzan ve bernedin. Artêşa Iraqê li şuna ku hemû hêza xwe ber bi DAIŞ’ê ve seferber bike tê li Şengala ku aramî lê heyî alozî derdixe. Em dubara dibêjin em ne alîgirên şerin, lê eger şer bê ber deriyê me em ê liberxwebidin.”