Jinên Îranê: Em ê li hemberî tundiya nav malê serî netewînin

Jinên ku bi tundiya di nav malê re rû bi rû dimînin gotin “Li dijî jinê tundî bi awayek sîstematîk berdevam dike” û diyar kirin ku ew vê rewşê qebûl nakin û ji bo li dijî vê bisekinînin dê têbikoşin.

JÎNO DİREXŞAN

Sine – Tundiya li ser jinan hemû cureyên tundi ên ku ji ber zayenda wan li dijî jinan tên kirin çi li hundir û çi li derveyî malê vedihewîne. Li Îranê jî ji bo jinên ku rastî tundiya fîzîkî, derûnî, dîjîtal, aborî û zayendî tên tu mekanîzmayên ku wan biparêze nine.

Li Îranê bi taybet jinên ku di nav malê de rastî tundiyê tên dema ku serlêdan dikin beyî ku bigihêjin encamekê neçar dimînin vegerên mala ku tundî lê tê kirin. Ji ber ku di welat de zagonek ku pêşî li tundiya di nav malê bigre nîne. Îstatîstîkên tundiya di nav malê "hejmarên rastîn" nîşan nadin ji ber ku ew tenê li ser dozên hatine tomarkirin têne damezrandin. Nasreen a 37 salî, Afaq a 39 salî û Shadi a 24 salî tiştên jiyan ji ajansa me re axivîn.

‘Bi hinceta ez zarokek keç im listok hat qedexekirin’

Nasreen di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tundiya li ser jinê bi hincetên “hers, eşq” tê rewakirin û wiha got: “Tundî ji roja dayikbûnê heya mirinê di jiyana jinê de heye. Ji zaroktiya xwe ve malbata min dixwest ez wek ‘xortek’ bim. Dema ez hatim pêvajoya balixbûnê bi hincetên ku ez zarokek keç im nehiştin lîstokan bilîzîm. Kesên ku berê ji min re digotin lêdanê heq dike îro dibêjin ‘dayika fedakar’.”

‘Min ji bo xwe tiştek nekir’

Nasreen di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji zaroktiyê ve ji ber zayenda wê rastî cudakariyê hatiye di hundirê xwe de hêrs daye avakirin û wiha berdevam kir: “Min ji bo xwe tiştek nekir. Min jiyana xwe li gor xwestekên derdor jiya. Di zaroktiyê de jiyana min mir û min xwe nedît.” Nasreen got ku tundiya ku ev di malê de didît dema zewicî jî ji aliyê hevjînê xwe rastî hatiye û wiha pê de çû: “Piştî tundiya malbata min dema ku cara yekem min ji hevjînê xwe dît ez ewqas bandor bûm 2 rojan li nexweşxaneyê mam. Dema min biryar da ez berdim malbata min nehişt. Gotin ‘Ger tu bizîvîrî dê rewş hîn xerabtir bibe’. Êdî 2 zarokên min hene, hevberdan ji bo min pir zehmet e. Ez divê rewşa teng de nikarim zarokên xwe bihêlim. Min carekî ji bo hevberdanê serlêdan kir lê malbata min got ‘êdî 2 zarokên te hene ji bo te jiyan xelas, divê tu ji bo zarokê xwe jiyan bikî’ û bi vî şeklî min ji biryara min paş de vekişandin.”

‘Êdî baweriya min a cewherî nîne’

Afaq  a ku di saziyên fermî de kar dike nêzî 15 sa e zewicî ye. Diyar kir ku rûxmê serxwebûna wê ya aborî heye jî hevjînê wê hertim henekê xwe pê dike tundiya derûnî li ser pêk tîne û wiha anî ser ziman: “Henêkê xwe bi her tiştê min mîna rûyê min, cilê min, xwarina min, axaftina min dike. di nav heval û malbata min de jî ev bû mijarên henekê. Baweriya min a cewherî tune kir. carnan bi hinek hincetan tê cîhê kar û li ber xebatkaran min biçûk dixîne. Bi axaftinên qaşo heneka dike  dikene jî. Ev tundiya ku ez dibînim heya diçe tundiya zayendî jî. Ez nikarim êdî vê tundiyê qebûl bikim û ez dixwazim li dijî vê tundiyê şer bikim.”

‘Xwişka min piştî salek zewacê dawî li jiyana xwe anî’

Shadi jî bi xwişka xwe re tundiya ku di nav malê didît bi wan gotinan anî ser ziman: “Em di Xwişk bûn. Xwestin min bi zorê bidin zewicandin lê ez li dijî israra malbata xwe derketim û min got ez dixwazim bixwînim. Lê xwişka min a ku me hîn pê re listok dîleyîst di 15 saliya xwe de hat zewicandin. Nedizanibû zewac çiye.” Shadi di berdevamiya axaftina xwe de got ku em qurbanê gişmendiya çanda mêrsalar in û destnîşan kir ku xwişka wê piştî zewacê salekî întîxar kir wiha berdevam kir:

“Her çendî bav û birê min ji bo xwişka min rondik barandin jî ez ji wan nefret dikim. Ji ber ku ew bûn sedema xwişka min. Ji ber vê sedemê ez ji malbata xwe dur ketim bi hinceta zaningehê ezçîm Sine. Ji ber ku ez çîm zaningehê li hemberî min bi hêrs in. Lê tu carî ez li hember wan serî natewînim, ez ê şer bikim û Ez dixwazim vê çerxa xerab a tundiyê rawestînim.”

Shadi di dawiya axaftina xwe de got ku tundiya li dijî jinê bi şeklekî berdevam dike û wiha li ser axaftina xwe zêde kir. “Nûnerê vê tundiyê hikumet, polîs, qanun, bav, bira û hevjîn e. Xwedîbûna jinê weke mafekî bê dawî dibînin mekanîzmayên ku vî mafî didin mêran tundiyê rewa dikin û rê li ber berdewamiya wê vedikin.”