Jinên Êzidî: Em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li navenda Musilê bi saxî hatin şewitandin bi bîr anîn û gotin ku êwe heta dawiyê li pey doza xwe bin

Mûsil-Duh bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlibûna bidehan jinên pêkhatiyên Iraqî, ji bo bîranîna 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi saxî hatin şewitandin, li Mûsilê cihê ku bûyer lê qewîmîbû, bi daxuyaniyê hatin bibîranîn.

Jinên ku tev li bîranînê bûn derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

‘Çima kesên Êzidiyan qetilkirin nayên darizandin’

Endama TAJÊ Neam Xelef diyar kir ku di dema fermanê de 19 jinên Êzidî li navenda Musilê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine şewitandin û wiha axivî: “Tişta ku em jiyan tişteke giran bû lê bes tu aliyên berpirsyar serê xwe bi tiştên ku em jiyane naêşinin û bêdeng in. Lê tevî her tiştî jî em bêdeng nabin, heta dawiyê em ê li pey doz û mafê xwe bin. Îro çima Êzidiyê bi navê Xêro Qito birine ber darvekirinê lê çima derbarê DAIŞ’yên ku 19 jinên Êzidî şewitandin de tu tişt nayê kirin. Çima kesên ku Êzidiyan qetilkirin, firotin, destdirêjî kirin, şewitandin û hwd. nehatin darizandin û îdamkirin. Lê bes Êzidiyên ku li dijî DAIŞ’îyan şer dikin tên darvekirin. Heta dawiyê em ê daxwaza heqê xwe bikin.”

‘Hê jî gelek jinên Êzidî têne firotin’

Di heman mijarê de endama TAJÊ Welat Cano destnîşan kir ku 19 jinên Êzidî di meha Remezanê de ji ber nebûne misilman, rojî negirtine û nimêj nekirine ji aliyê çeteyan ve bi saxî hatine şewitandin û wiha got. “Hê jî gelek jinên Êzidî di destê çeteyan esîr in û têne firotin. Em weke jinên Êzidî tu carî tiştek wisa qebûl nakin û em ê heta dawî li pey doza xwe bin.

‘Em ê tu carî ji bîr nekin’

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Pakîze Celal jî ev tişt anî ziman: “Em jin û dayikên Şengalê ji bo bîranîna 19 jinên Êzidî li Musilê kom bûn. Em di şexsê 19 jinên Êzidî ku bi saxî hatin şewitin de hemû şehîdan bibîrtînin. Em ê tu carî jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin, destdirêjîkirin û firotin ji bîr nakin.”