Jinên Êzidî bi perwerdeyan bersiva hemû êrişan didin

Bi nêzbûna salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, jin û jinên ciwan yên Êzidxanê ji bo bersiv dayîna hemû fermanên li dijî hebûn wan tê pêkanîn, xwe li ser fikra azadiya jin û gelan perwerde dikin.

Şengal - Piştî êş û zilma ku jinên Êzidî di fermanê de jiyîn, jiyana berê ya sînordar ji xwe re qebûl nakin. Lewra îro jinên Êzidî û jinên ciwan di hemû qadan de bi rengê xwe hebûna xwe ava dikin û xûrtir dikin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi minesabata nêzbûna salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, li Şengalê dewreya Akademiya şehîd Binevş Egal vekir. Perwerdeya ku bi tevlîbûna jinan destpê kir, dê 10 rojan dom bike. Di perwerdê de mijarên weke Azadiya Jinê, Zayendperestî, dîroka Êzidxanê, Dîroka Jin, parastina cewherî, netewa demokratîk, şerê gelê şoreşerî bê dayîn.

 “Em dixwazin xwe pêşbixîn û li dijî hemû êrişan li berxwe bidin”

Yek ji beşdarvanên perwerdê Sêvê Meto diyar kir ku rêya bingehîn ya xwe parastinê, xwe perwerdekirinê ye û wiha axivî: “Ez ji meclîsa Guhbel beşdarî vê perwerdê bûme. Em dixwazin ji bo ku em bikaribin li pêşiya hemû êrîşan bigrin xwe pêşbixînin. Di fermana dawî de herî zêde jinên Êzidî êş kişandin, lewma em dixwazin xwe pêşbixînin ku em bikaribin parastina xwe bikin.”

“Divê hemû jinên Êzidî xwe birêxistin bikin”

Dayê Helok Xidir jî bang li hemû jinên Êzidî kir ku di warê fikrî de xwe pêşbixînin ku bikaribin parastina nirxên hatine avakirin bikin û wiha got: “Ne ji fikra Rêber Apo be me nenikarî em hemû li vir kombûna û xwe perwerde bikiriban. Ger berê ev hêz û fikir li gel me hebûye dê kesekî neketiba destê DAİŞ’ê. Ez ji hemû jinên Êzidî re bang dikim ku ji malên xwe derbikevin xwe pêşbixin û xwe birêxistin bikin.”

Her wiha Yekîtiyan Jinên Ciwan ya Şengalê piştî li darxisitina kongerya xwe ya yekemîn perwerdeyekî îdolojîk dan destpêkirin. Di perweryê de 6 jinên ciwan cih digrin. Mijarên sereke ku xwe li ser perwerde dikin azadiya jinê û tekoşîna li hember şerê taybet ya li ser ciwan û civaka Êzidî ye.

“Em ê wek jinên Êzidî ji kesên bûna sedema fermanan hesap bipirsîn”

Hala Xidir ku yek ji endamên jinên ciwan ne diyar kir ku her kêliyekî ya jiyana wan li ser xwe rêxistin kirinê ye, ku bikaribîn ji hemû fermanan re bibin bersiv û wiha bilêv kir: “ Ev du rojin weke jinên ciwan me dest bi perwerde kiriye. Ji ber ku em di fermanê de ne birêxistin kirîbûn gelek kes ji me ketin destê DAİŞ’ê. Û yên ku ketine jî heye niha çarenusa wan nayê zanîn. 8 sal li ser fermanê derbas bû lê kesekî hesab ji yên berpirsyar nexwest. Em weke jinên ciwan em di wê îdîayê de ne ku em ê bi xwe perwerde kirinê bibin bersiv û hesab ji yên ku bûne sedema fermanê bistînin.”

“Bila kesênbûne sedema fermanên hatine jiyîn bên dadgeh kirin”

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Felek Naz jî pirs ji hikumeta İraqê kir ku çima heya niha kesên bûne sedema fermanê nayên dadgeh kirin û wiha got: “Em weke jinên ciwan dixwazin di aliya fikrî de xwe pêşbixînin ku ji hemû êrîşan re bibin bersiv. 8 sal li ser fermanê derbasbûye, lê heya niha kesekî ji bo civaka Êzidî tiştekî nekir. Gelek jinên Êzidî hîn di destê DAİŞ de ne. Di serîde dewleta İraqê û hemû dewletên din pêwîste endamên DAİŞ’yên ku di destê wan de ne dadgeh bikin. Her wiha kesên bûne sedema fermanê jî bên dadgeh kirin. Em ê jî weke jinên ciwan heya dawî ji bo weke jenosîd qebûlkirina qirkirinê ya ku li ser civaka me hat meşandin têbikoşin.”