Jinên Êzidî: Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye

Jinên Êzidî yên gotin “Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye” diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga bilindkirina têkoşînê kirin.

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal – Di 23’ê Cotmehê de piştî 43 mehan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re yekem car hevdîtin hat kirin. Di 21’ê mijdarê de carek din li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 6 meh hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Jinên Êzidî yên têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pergala îşkence ya li Îmraliyê hêrsa xwe anîn ziman, gotin ku bi felsefeya wê ya Jin Jiyan Azadî ew hebûna xwe nasîne û ew ê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bilind bikin.

 ‘Silavên ku hatin hêz û vîna me mezin kir’

Endama Meclisa Borik Tewrê Xelef wiha got: “Piştî salan hevdîtina ku bi Rêber Apo re çêbû dilê me xweş kir û em kêfxweş bûn. Em her dem dibêjin ji bo Rêber Apo çi pêwîst bike em ê bikin. Silavên Rêber Apo yên ji bo me hatin, cihê hêzê bû ji bo me. Roja ku silav hatin di wê rojê de me şehîd dabûn, em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd hêza rabûna me ne. Em deyndarên Rêber Apo ne û em ê tu carî jibîr nekin ku şervanên Rêber Apo hatin civaka me xilas kirin. Raste beriya fermanê qaşo di bin navê parastina me de li Şengalê bûn, lê dema ku DAIŞ hat pêşmerge reviyan. Hikumeta Iraq jî wisa kir. Dayik û xwişkên me ketin destê çetan de hemû ji ber wan bû.”

‘Em ê rastiyê jibîr nekin’

Tewrê Xelef diyar kir ku jina Êzidî erka parastin û birêxistinkirina civakê girtiye ser milê xwe û wiha got: “Silavên me ji bo gerîlayan hene û em hezkirina xwe ji wan re rêdikin, em keda wan tu carî jibîr nakin û em ê bi her rengî xwedî li wan derkevin. Zarokên me îro parastina Şengalê dikin bi saya perwerda gerîlayan bû. Jinên Êzidî nedikarîn ji mal derkevin, lê îroj erka parastin û birêvebirina civakê em erka xwe dibînin û dikin. Ji ber ku ya êşiya di fermanê de jin bû. Heya niha hinek dayik hene ku çend zarokên wê di destê çeteyan de ne. Tu kes hêz neda me, lê fikirê Rêber Apo hêz da me û em rakirin. Em ê tu carî vê rastiyê jibîr nekin.”

‘Hêz û zanista me bi fikrê Rêber Apo ava bûye’

Tewrê Xelef da zanîn ku îro civak û bi taybetî jinên Êzidî xwedî hêz û fikrekî azad in û bi wî rihî tekoşîn dikin û wiha got: “Fikrê Rêber Apo belav bûye û her kes nas dike. Xweziya beriya 2014’an me fikrê Rêber Apo nas kiriba. Ger wiha ba meyê fermanek jiyan nekiriba. Wê riya me ya berxwedanê û serkeftinê ba. Hêviya me ew e ku Rêber Apoê me fîzîkî azad bibe û em wî bibînin. Rêber Apo ji bo hemû jinan fikrek pêşkêş kir û ew xilas kirin. Lê ji bo me jinên Êzidî ne tenê fikir pêşkêş kir, keda ku Rêber Apo daye wê neviyên neviyê me behsa wê bikin. Ji bo wê jî em ê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li ser piya bin. Îro jinên Êzidî riya berxwedanê dizanin û bi vî fikrî em ê berxwedaniyê bikin. Hêviya min ji her kesî heye ku riya yekîtiyê em hilbijêrin û ji bo azadiya Rêber Apo em bibin yek deng.”

‘Azadiya me bi ya Rêber Apo ve girêdayî ye’

Endama Meclisa Borik Wehîde Hecî jî tecrîda giran û cezayên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine sepandin şermezar kir û bi vê pêyamê banga tekoşînê kir: “Em bi silavên Rêber Apo pir kêfxweş bûn û bihêztir bûn. Rêber Apo xwediyê fikrekî azad e û li hemû cîhanê belav bûye. Ji bo wê jî tecrîd îro li ser heye. Em vê tecrîdê qebûl nakin û bang dikin ku ev tecrîd û biryarên wan bêne sekinandin. Ji bo ku em vê cezayê rakin û Rêber Apo ji nava çar dîwaran derxînin em ê hemû tiştî bikin. Rêber Apo di nav çar dîwaran de ye û hevdîtin nayê kirin ev ne tiştekî exlaqî ye. Îro jin bi fikrê Rêber Apo tekoşîna azadiyê dikin. Em azadiya xwe bi ya Rêber Apo dibînin. Azadiya Rêber Apo wê azadiya ciwan, jin û hemû kesîmên civakê bi xwe re bîne. Weke jin û civaka Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê tekoşînekî mezin bikin.”