Jinên Êlên Ereban: Em koletiyek nû ya dagirkeriya dewleta tirk naxwazin
Jinên Êlên Ereban ên tevlî komcivîna rûsipiyên eşîran a li dijî dagirkerî û guhertina demografî ya dewleta tirk li ser herêmê bûne têkildarî mijarê gotin: “Hemû şer û êrîşên ku li ser xaka me rûdan destê dewleta tirk di nav de hebû.”
ROJ HOZAN
Qamişlo- Bi pêşengtiya Meclisa Têkiliyên Leşkerî Komcivîna şêx û rûsipên êşîran bi dirûşmeya “şêx û rûsipiyên êlên eşîran Soz didin Hêzên Sûriye Demokratîk ku li hember kiryarên dijminatiyê û guhertina demografî yên ku raberî pêkhatiyên herêmê têne kirin bi yekrêziyê dê berevaniyê bikin” tê lidarxistin. Komcivîn li hola Zana a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriye li dijî êrîşên dewleta tirk û guhertina wê ya demografîk li ser herêmê bi beşdarbûna 100 deleg ji rûsipiyên Kantona Qamişlo pêk hat. Armanca vê komcivînê ew e ku rûsipiyên eşîrên ereban bertekên xwe li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê bînin ziman. Her wiha helwestên xwe bikin yek li dijî guhertina demografîk li ser herêmê. Bernameya komcivînê wê li gor nîqaşên beşdarvanan be despêkê wê xeteriyên dagirkeriyê bêne şîrovekirin, paşê wê beşdarvan nêrînên xwe der barê wê de bînin ziman, her wila mijara duyemîn wê xeteriyên guhertina demokgrafî ku yek ji rêbazên windakirina çand û dîroka neştecihên herêmê ye bêne nîqaşkirin. Jinên Êlên Ereban yên ku beşdarî komcivînê bûne nêrîna xwe anîne ziman û bi mere parve kirin.
“Armanca dagirkeriya dewleta tirk hedefgirtina projeya me ya demokratîk e”
Hevseroka Karûbarên Karkeran Rîm Sîno têkildarî mijara komcivînê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em weke jinên eşîrên ereb vê gava ku yekîtî û itfaqa me weke gelê herêmê nîşan dide pîroz dikin. Bi rastî pêwîstiya me bi komcivîneke wiha hebû ku em zêdetir armancên dagirkeriya dewleta tirk nasbikin û li dijî wê yekîtya xwe xurtir bikin. Dewleta tirk rojane gefan li herêmên me dixwe û êrîşî civaka me bi tevahî pêkhatiyên wê di Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Armanca dewleta tirk bi vê yekê ew e ku projeya me ya demokratîk hedef bigre û gelê herêmê ji hev qut bike. Ez bawerim ku gelê me jî êdî di ferqa pilanên dewleta tirk deye ji ber bi salaya civaka ereb li kêleka pêkhatiyên di herêmê de di yek çepele de şer dike. Bi vîn û israra gel me dikaribû em xwe ji hemû rengên koletiyê rizgar bikin, îro em qebûlnakin koletetiyeke nû ji aliyê dewleta tirk ve li ser bê ferzkirin. Em bi salan bûne qûrbaniyên kevneşopiyên civakê, îro em ne mecbûr in bibin qurbaniya dagirkeriya dewleta tirk. Helbet rola jin jî di vir de pir girîng e, em weke jinên êln ereban dixwazin diha zêdet rêxistina xwe xurt bikin û destê xwe bikin destê jinên herêmê de da em bi yekîtiya jinan bikaribin vê dagirkeriyê têk bibin û azad bijîn.”
“Dewleta tirk wê bi koçberên malbatên çeteyan demografiya biguhere”
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriye pêşerojê Înas şehûdî berteka xwe li dijî dagirkeriya dewleta tirk û guhertina wê ya demografî di herêmên de nîşan da û ev tişt got: “Sûriye dewletek bi hevrengiya netewên xwe tê nasîn. Bi şer û aloziyê re gelek dewletan xwestin vê nexşereya xweşik hedef bigre û yekîtiya pêkhatiyên gelê wê ji hev qut bike û di serî de dewleta tirk. Hemû şer û êrîşên ku li ser xaka me rûdan destê dewleta tirk di nav de hebû û dixwest têde bibe xwedî qezence. Projeya dewleta tirk bi vegera koçberên Sûrî û bicihkirina wan di herêmên dagirkerî de kiryarekî dûrî hemû nirxên mirovahiyê ye, dixwaze bi vê yekê malbatên çeteyan bicih bikin ne gelê Sûriye. Heya niha dewleta tirk nikare pergal û siyaseta me ya demokratîk qebûl bike ji ber weke metirsî li ser bercewendiyên xwe di Sûriye dibîne. Li ser vê esasê di vê merheleya hesas de hevgirtina pêkhatiyên herêmê pir girîng e ji ber dema dewleta tirk êrîş dike ne tenê netewekê hedef digre, lê belê axekê û hemû gelê vê axê hedef digre. Ger îro em li kêleka hev bin tu hêz nikare derbasî xaka me bibe û dagirkeriya xwe mayinde bike. Hevgirtina me serkeftina me hemûyan e.”