Jineke Amerîkî û keça wê 3 sal in li Erebistana Siûdî rehîn tê girtin

Carly Morris û keça wê li Erebistana Siûdî ku di sala 2019’an de çûbû, ji ber mêrê hevberda û qanûnên Siûdî rehîn tê girtin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina mafên mirovan ya bi navê Înîsiyatîfa Azadî (Freedom Initiative) ragihand ku Carly Morris a Amerîkî ku li ser vexwendina mêrê ji Erebistana Siûdî ku di sala 2019’an de hevberdabûn, bi keça xwe re bi armanca seyranê çû welat, di meha Mijdarê de ji aliyê polîsan ve rojek sax di bin çavan de hat girtin û piştrê hat berdan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Ned Price yê der barê mijarê de daxuyanî da diyar kiriye ku Washîngton der barê binçavkirina Morris de agahdar e û wiha got: "Dema li derveyî welat kesek bê binçavkirin, ji bo ku serdana wê bikin û bi hemû piştgiriya konsolosxaneyê re alîkariya wê bikin, hewil didin demildest xwe bigihînin wî/wê ." Hewl didin demildest xwe bigihînin wî. Balyozxaneya me ya li Riyadê bi vê mijarê re ji nêz ve eleqedar dibe; rewşê ji nêz ve dişopîne."

*Çi qewimî bû?

Carly Morris a Amerîkî di sala 2018’an de ji merê ji Erebistana Siûdî ku 5 sal pê re zewicandî ma û keçek wê hebû, hevberda. Di encama îsrara tund a mêrê dev jê berda de, di sala 2019’an de ji bo keça wê bi bavê xwe dem derbas bike û bi malbata wî re hev nas bike çû Erebîstana Siûdî. Mêrê dev jê berda li vir dest danî hemû belgeyên keça xwe û lê vegerandin red kir. Carly Morris ku bi keça xwe re li otêlekê dima, ragihand ku piştre keça wê di 30'ê Adarê de ji aliyê mêrê dev jê berdayî ve hat girtin û carek din dubarê nehat anîn.

Carly Morris di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotubû; “Ez bawer nakim çawa zaroka jinek ji wê digrin. Ez nizanim keça min jî li kuderê ye. Nizanim ew birin kuderê. Ez nizanim ka ew dijî an ne. Ez du mehan agahî negirtina keça her roj li vê odeya otêlê rûniştim. Û hemû hevdîtina telefon û peyama min jî ne ditî ve tên. Ev zilmek e.”

Piştî sê mehan polîsan keça wê dîtin û birin ji Carly Morris re. Di vê pêvajoyê de Carly Morris agahî girt ku mêrê dev jê berdayî ji bo raye keça xwe serî lê daye. Carly Morris ji dadgehê re nameyekî 16 rûpelî nivîsand û di 23’ê Tebaxê de dadgeha Erebistana Siûdî ji Carly Morris re rayeya tam a keça wê da.

Carly Morris di dawiyê de pasaporta xwe ji nû ve girt, lê vê carê agahî girt mêrê dev jê berda hemwelatiya DYE’ya keça wê veguhertiye hemwelatîbûna Siûdî. Carly Morris dikare ji aliyê teknîkî ve welat biterikîne, lê keça wê ji ber pergala qanûnî ya wesayeta mêr a Erebistana Siûdî bêyî destûra bavê xwe nikare biterikîne.

Li Erebîstana Siûdî jinek heta bizewice, bavê wê dide wasî wê ya qanûnî. Piştî ku jin dizewicê, mêrê pê re dizewice dibe wasî wê ya qanûnî. Jin ji bo ku serlêdana pasaportê bikin, rêwîtî bikin û di karekî bi mûçe de bixebitin pêwîste ji “wasiyên xwe” erêkirin bigrin.

Li gorî Înîsiyatîfa Azadî, piştî ku di 15’ê Îlonê de ji aliyê dozgerê parêzgeha Qasimê ya Erebistana Siûdî ve hat vexwendin, ji Carly re qedexeya rêwîtiyê hat dayîn û bi “xirab kirina pergala kamûyê” hat sûcdarkirin. Hesabê Twitterê ya Carly Morris, piştî ku roja Duşemê ket navenda polîsan a li Buraydah hat jêbirin.

Werger: NuJINHA