Jinek Hîndu ya ji Pakîstanê hatibû revandin, hat qetilkirin

Jinek ciwan a 18 salî ji Pakîstanê hat revandin û zext li ser hat kirin ku ola xwe biguhere û bi darê zorê bizewice. Ji ber li hemberî vê yekê li ber xwe da hat qetil kirin.

Navenda Nûçeyan – Hefteya derbasbûyî li eyaleta Sindh a li başûrê rojhilatê Pakîstanê jinek Hindu hat revandin û guhartina ol û zewacê li ser hat ferzkirin. Jina ciwan a li hemberî vê yekê li ber xwe da, bi çekê hat qetilkirin. Qetilkirina jina ciwan di navbera Hinduyên ku li welat kêm hejmar in bû sedema tirsê.

Malbata Pooja Kumari ya hat qetilkirin gotin ku keça wan hem pir ji jiyanê hezdikir û hem jî pir ji diruna cilên wan ên kevnar hez dikir. Malbatê da zanîn ku keça wan ji aliyê Walid Bux ê 24 salî yê endamê kabîleya Lasharî ya bihêz ve gelek caran hatiye tacîzkirin û di destpêka vê mehê de gef li Poojayê xwariye ku wê bi darê zorê bizewicîne.

Piştî bertekan kujer hatin girtin

Malbata Pooja Kumari gotin ku ew li hemberî kabîleya xwedî ax û bihêz alîkarî ji polîsan xwestine lê polîs bi ti awayî bi mijarê re eleqedar nebûne. Malbatê got: “Lê dan û ew kuştin. Pooja Kumari li şuna bi kesekî ji derveyî baweriya xwe re bizewice, mirinê hilbijart”. Piştî li Pakîstanê ev buyer li ser medya mecazî bû sedema bertekan polîsan şeva 21’ê Adarê Wahid Bux Lashari û dû kesên ku alîkariya wî kirine girtin. Rêxistinên mafên mirovan ên li welat dibêjin ku Pooja Kumari yek ji hezaran jinan e ku li Pakîstanê her sal bi darê zorê tên zewicandin an jî bi darê zorê ola wan tê guhartin.

“Nebesiyên di zagonê de rewşê zehmetir dike”

Li gor hejmartina nifûsê ya sala 2017’an ji sedî 97’ê nifûsa Pakîstanê ji misilmanan pêk tê, Hinduyan nêzî ji sedî 2’yan e û ji sedî 90’ê wan li Sindhê dijîn. Sala derbasbûyî DYE ji ber binpêkirina azadiya olî li Pakîstanê xist lîsteya ‘welatên ku bi taybetî metirsî didin avakirin.’ Çalakvan destnîşan dikin ku hîn qurbaniyên guhartina ol û zewaca bi darê zorê 12 salî ne. Her wiha çalakvan destnîşan dikin ku nebesbûna zagona parastina mafê kêm hejmaran armanc dike rewşa zarokên keç ên Hindu û xiristiyanan hêj zehmettir dike.

Werger: NuJINHA