Jinan liRojhilat û Îranê jiyana xwe fedayê serhildanê dikin

Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilat derketin holê, veguherîn serhildanê. Jinan li kolanan hişmendiya “şoreşê” dihûnin.

Navenda Nûçeyan- Jinên Îranî û Rojhilatê wek şoreşa “Jin, jiyan, azadî” wek beşeke mezin û pêşengên serhildana civakî cihê xwe di qadan de digrin. Ji holê rakirina rejîma Îranê, li bajarên Rojhilat guhertina şêwaza rêveberiyê û li van bajaran vekişîna rejîmê di nava hinek daxwazên bingehîn de cih digre.

Jinên ku bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî” yek dibin, avakirina pêşeroja xwe ya kesayetî tînin aliyekê û bi daxwazên civakî qadan tijî dikin, minakek taybet kurteya tiştên qewimîne ji me ra nîşan dide. Jina ciwan a bi navê Novarousî ragihand ku hemû dahata ku ji bo lêçûnên zewacê komkiriye, ji bo di serhildanan de bê bikaranîn bexş kir. Ji ber çalakiyên civakî yên ji meha Îlonê û vir ve tên jiyîn, dawet taloqî dirokek pêş tên kirin. Qeyrana civakî û aborî, bêkarî, dahata kêm, enflasyon û fiyatên bi lez bilind dibin, dibe beşek kûrbûna bêkêyfxweşiya welat.

Cihê pîrozbahiyan, şîn girt

Bi taybet di serhildana du mehên dawî de tên jiyîn, polîtîkayên girtin, binçavkirin û qetlîamên rejîma Îranê, li welat hêrs û serhildanên civakî tetîk dike. Li bajarên Îran û Rojhilat ku bi sedan kes hatin qetilkirin, cihê dawet û şahiyên taybet merasîmên şîn û cenazeyan girt. Parîsa yek ji wan jinan e ku li benda gihandina xeyalên xwe ye. Parîsa diyar kir ku ev demeke dirêj e xeyala zewacê dike û hewl dide ji bo pêkanîna vê binesaziya xwe ya aborî avabike, bi salan e ku pere komdike.

"Em nikarîbûn kêyfxweşiya xwe bifikirin”

Parîsa dibêje, "Şert û mercan êdî dest û dilê me girt û niha êdî em nikarin tenê li kêyfxweşiya xwe bifikirin" û anî ziman ku ji bo piştgirîkirina atmosfera şoreşgerî ya li welat, xebat pêkanîn guncavtir dîtine. Parîsa wiha dibêje: “dema me hev nas kir, Kamran jî ez jî xwendevanên zanîngehê bûn. Em ji bo roja herî xweş a jiyana xwe planan kir, ê dema ku welatê me di rojên şoreşgerî ya wiha de be, em nedikarîbûn tenê kêyfxweşiya xwe bifikirin." Parîsa û Kamran diyar dikin ku pereya ji bo daweta xwe komkirine, di serhildanê de bikaranîne.

Roja 18 salî..

Sheena jî demek hêz ket temana 18 salî. Sheena diyar kir dixwest roja 18 saliya xwe pîroz bike lê ev nemimkûn e wiha dibêje: “Dema ez fikirim pîrozbahî pêkbînim, min mirina Mahsa, Sarîna, Nika û hevalên din fikirî. Min pir dixwest pîroz bikim, lê dema ku ez tenê pîrozkirine difikirim jî, hevalên min hatin berçavên min û êşa wijdanê ya xwesteka pîrozkirinê jiyan kir.” Sheena diyar kir ku malbata wê pasteyek biçûk çêkiriye, li ser "jin, jiyan, azadî" dinisandinê û  vê roje bi awayekî dilşikestî pêşwazî kiriye.

"Bajarêk bê dil, welatek xemgîn e"

Yek jî ji navên ku merasîma daweta xwe betal kiri Rojano ye. Rojano ya diyar kir hemû kesên welatê wê xemgîn e, dibêje di vê rewşê de şanse kêyfxweşbûna wê jî nîne.

"Em ê di 15'ê Cotmehê de şahiyeke mezin a dawetê pêkanî ba. Me hemû plansaziya xwe çêkir û heta roja şahiya xwe jî ji mêvanên yên nêz re vegot. Lê ji bo em sersaxiyê ji malbatên ku di çalakiyan de xizmên xwe winda kirine dixwazin, betal kir û tenê torena noter erêkirin pêkanî. Em qet ji pêkanîna torenê razî nebûn. Digotin dîlek xemgîn, welatek ne xemgîn e. sajiyemerasimê razî nebûn.Dilek xemgîn.Berê digotin bajarek ne xemgîn e. Lê êdî dilek kêyfxweş tune ye û bajar û welatek tiştek wê tune ye, xemgîn e."

‘Ger rojek keça min çêbibe, ez ê teqez navê wê bikim 'Jîna’

Forozan a ku piştî 12 salan zaroka xwe ya ewil anî dinyayê, yek ji kesên ku ji bûyerên li welat bandor dibe ye. Forozan jî wiha dibêje: “Ez 12 sal in zewicandî me û zarokek min tune bû. Min her tim dixwest keçek min çêbibe. Kurê min beriya du hefte dayikb. Ez ji dayikbûna wî pir kêfxweş bûm, lê min nekarî ji bo wî merasîmek lid ar bixim. Di kombûneke malbatî ya ku çend kesan li hevbûn de, me ji wî re navê 'Zhîvar' ku bi navê Jîna re tê heman wateyê danî. Ger rojek keçek min çêbibe, ez ê teqez navê wê bikim 'Jîna'."