Jinan li ser torên dîjîtal qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin

Jinên azadîxwaz ên Başûrê Kurdistanê bi riya nivîsên xwe yên di torên dîjîtal de qetilkirina endama navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kirin û bang li rêveberiya başûr kirin ku helwesta xwe diyar bike.

Navenda Nûçeyan- Der barê qetilkirina endama navenda Lêkolîna Jineolojiyê Nagîhan Akarsel de jinên çalakvan, azadîxwaz, parêzer û têkoşerên Başûrê Kurdistanê bertek nîşan dan. Di vê der barê de ji derveyî çalakiyan, di malperên fermî yên torên civakî de li dijî kuştina jinan û qetilkirinan nivîs belav kirin û helwestên xwe nîşan dan û êrîş û dagirkerî şermezar kirin.

Çalakvana jinan Kejal Abdulqadir: “Ez êrîşa li dijî hevala Zîlan bi tundî şermezar dikim, ev herêm xakek bê derî û pencere ye tijî sîxur in.”

Çalakvan Bihar Munzûr: “Kîn û nefreta min li hemberî mirinê ye, mixabin xemek gelek giran e.”

Parêzer Peyman Ezedîn: “Kuştina hevala Zîlan, kuştina Kurdan e, paqijkirina netewek ji aliyê rejîmek faşîst ve, li herêma Kurdistan ev paqijkirin di bin siya yekitî û partî de pêk tê.”

Rojnameger Lava Kurde: “Êdî Başûrê Kurdistanê û Silêmanî ne bi ewle ne, îxanetkar û dijmin bi azadane li Başûrê Kurdistanê kesayetan qetil dikin.”

Endama parlementoya dema berê ya Parlamentoya Kurdistanê Perwa Elî: “Herêma Kurdistanê bûye qada qetilkirina azadîxwazan, ji ber ku derî û pencereyên wê li ser piştê ne.”

Ragihandinkar û çalakvana mafên jinan Necîbe Mehmûd: “Ax li vê şermezariyê, nefret li terorîstan, bila ruhê te şad be.”

Rojnamevan Bêrîvan Muhemed: “Jin Jiyan Azadî bersiva herî baş e li hemberî qetilkirina hevala Zîlan.”