Jinan li Êlihê tundiya mêr protesto kirin
Jinên dan zanîn ku li Êlihê di nava mehekê de 6 jin bûne mexdurê tundiya mêr û du jinan jî jiyana xwe ji dest dane destnîşan kirin ku dê li hemberî şideta mêran bêdeng nemînin.
Êleh - Meclisa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî tundiya li ser jinan a ku di demên dawî de li Êlihê zêde bûye li Parka Ataturkê daxuyanî da. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
“Di nava mehekê de 6 jin rastî şidetê hatin”
Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulistan Sonuk daxuyanî xwend û bal kişand ser tundî û kuştina jinan ên di demên dawî de li Êlihê zêde bûne û zîhniyeta zilam a serwer hêzê ji rejîma yek zilam digire û hemû qadên jiyanê yên jinan veguherandine qadên tundiyê û wiha domand: “Di meha dawî de tundî li 6 jinan hatiye kirin û 2 jin ji wan jiyana xwe ji dest dane. Ev tenê aliyê şidetê yê hatî dîtine. Di bin navê întiharê de hun nikarin ser qetuamên jinan bigirin. Li kîjan qada jiyanê be emê li gel jinên bi her awayî dibin mexdurê şideta mêr-dewletê bin. Em li hemberî hemû curên tundiyê ne. Em bang li hemû jinan û civakan dikin bê cudahiya reng, ziman, bawerî û nêrîna siyasî werin em hemû bi hev re li hemberî tundiya mêr-dewletê têkoşînê mezin bikin.” Gulistan Sonuk xwest têkoşîna li dijî tundî û kuştina jinan bê berfirehkirin û divê jin mil bidin milê hev parêzvaniyê bikin.
“Emê li hemberî tundiya mêran bêdend nemînin”
Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku her roj tundiya li ser jinan zêde dibe û got: “Emê li hember tundî û kuştinan bêdeng nemînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Îro li ber derê avahiya me êrîş li ser jinekê hat kirin. Polîsên li ber derê avahiya me 24 saetan me dişopînin û rehet nahêlin li hemberî vê bûyerê deng ji xwe dernexistin. Ji ber wê ye em dibêjin tundiya li ser jinan polîtîke. Bêceza hiştina sucdaran mêran ber bi şidetê ve dibe û dibe sedema qetilkirina jinan. Dema ku em daxuyaniyekê didin hemû emniyeta Êlihê li hemberî xwe dibînin. Yek tsitekê bavêje heman digirin binçavan. Lê li hemberî şidet û qetilkirinên jinan bêdeng dimînin. Di mehekê de li vî bajarî 6 jin rastî şidetê hatin û 2 jin jî hatin qetilkirin. Polîsên temaşeyî vê kirin daxuyaniya em didin digirin bin dorpêçê. Em ê jin li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin û li hemberî hişmendiya mêr dewletê li qadan bin.”
Daxuyanî bi diruşmên weke “Natirsin, bêdeng nabin, serî natewînin” û “Jin jiyan azadî” bidawî bû.