Jinan ji mitînga Amedê bang kirin: Li hemberî zilmê bibin yek
Jinên li Meydana Îstasyonê gihan hev bi kelecanek mezin 8’ê Adarê pîroz dikin. Li qadê her jina ku me mikrofun dirêj kirê bal kişand ser qetilkirinên jinan û tundiya li jinên girtî tê kirin û banga “Li hemberî zilmê em bibin yek” kirin.
Amed – Mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê a bi pêşengiya Platforma Jinan a Dicle Fratê (DAKAP) ê li Meydana Îstasyon ê ya Amedê despêkir. Li qada mitîngê pankartên weke “Em li hemberî şideta mêr û dewletê li qadanin”, “ji bo girtiyên nexweş azadî”, “Ji bo Aysel Tugluk azadî” û “Me berxwedana xwe ji Garîbeyan, îsrama xwe ji dayika Emîne û kenê xwe ji Denizan girtiye” hatine hildan.
Jinan lêgerîn nepejirandin
Jinên bi cilên xwe yên gelerî û di destê wan de dovîzên “Jin jiyan azadî” dikevin qadê hêjayî dîtinê ne. Çar hêlên Meydana Îstasyonê dorpêçkirîne û li her çar aliyan polîsan cihê lêgerînê danîne. Jinên dixwazin têkevin qadê divê di lêgerînê re derbasbibin. Bi hinceta lêgerîna ser, lêgerînek zêde li ser wan dike, jinan bertek nîşanî rewşê dan. Di encama bertekên jinan de polîsan gav paşde dan.
Piştevaniya ji bo Sezen Aksu
Jinan li qadê diruşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Girtiyên siyasî rometa me ne” û “Biji berxwedana zindana” bilind kirin. Li qadê strana Sezen Aksu vêxistin û jin li ber reqisîn. Mitîng bi dîlanê dewam dike. Jin li ser giringiya rojê ji mikrofunên me re axivîn.
“Em li hemberî qetilkirinên jinan dengê xwe bilind bikin”
Şukriye Balikçi: “Li Turkiyê her roj jin tên qetilkirin. Kes dengê xwe dernaxe. Êdî bila mirov dengê xwe derxin. Bila girtî serbest bên berdan. Êdî divê em bibin yek. Em ji bo jin û zarokên xwe bibin yek. Ez îro ji bo vê li qadê me. Dema jin bibin yek kes wan nakuje.”
“Ez ji bo parastina mafê jinan li vêderê me”
Ayşe Gulan: “Ez ciwanek 18 salî me. Têkoşîna jinê ji bo min gelek giringe. Ezê heya dawiya jiyana xwe di nava vê têkoşînê de bim. Ez îro li qadê me ev ji bo min gelek giringe. Ezê timî vê hevgirtina jinan biparêzim. Ez îro bi hevalên xwe ve ji bo parastina mafê jinê li vêderê me.”
“Heta em girtîgehan valanekin nasekinin”
Medine Şeker: “Em ji bo zarokên xwe û girtiyan li qadanin û emê her dem li qadan bin. Dema em Kurd bibin yek emê nekevin. Bila êdî cînayet bisekinin. Em jin nasekinin heta girtîgeh valanebin. Bi salane jinên Kurd zilmê dibînin.”
“Emê ji bo rakirina tecrîdê di nava berxwedanê de bin”
Ayşe Ay: “Em ji bo bibin yek li qadanin. Dema em bibin yek ne tecrîd ne mirin namîne… Ji bo tecrîdê û mirinan divê gelê Kurd dengê xwe derxin. Em tecrîdê rakin û derê girtîgehan bişkênin.”