Jinan bi kesên dîndar re hevdîtin kirin: Balê bikişînin ser tundiyê

Rêxistinên Jinan ên li Herêma Germiyanê serdana Rêveberiya Ewqaf a Germiyanê kirin û ji mela xwestin di xutbeya roja Înê de behsa tundûtujiya li hemberî jinan bike.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya kar û çalakiyên rêxistinên jinan ji bo 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundîtûjiya li hemberî jinan, îro li bajarokê Kelar ê girêdayî herêma Germiyanê, nûnerên rêxistinên jinan ên Germiyanê serdana Rêveberiya Ewqaf a li Kelarê kirin.

Jinan di serdana xwe de ji meleyan xwestin di xudbeya roja Înê de, behsa 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundûtujiya li hemberî jinan bike.

Her wiha jinan daxwaz kir ku di xudbeya roja Înê de mamosteyên olî diyardeyên pirzewaciyê binirxînin û ji bo jiholêrakirina vê diyardeyê li çareyan bigerin û bi vê ve jî girêdayî pêşî li tundîtûjiya di nava malbatê de ku ji aliyê mêr ve li ser zarok û jinan tê kirin bigrin.