Jinan ji bo azadiya fîzîkî Abdulah Ocalan ji CPT'ê re name şandin
Endamên meclîsên jinan li bajarên Maînz, Wîesbaden û Bîngenê ên girêdayî Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan name ji CPT’ê re şandin.

Navenda Nûçeyan-Meclîsên jinan ên li bajarên Maînz, Wîesbaden û Bîngen ên Almanyayê xebatên xwe dimeşînin, di çarçoveya kampanyaya ji alî Tevgera Jinên Kurd ji bo fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û ji CPT, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê nameyan dişînin de, bi dehan name şandin.
Jinan diyar kirin ku ew tecrîda Îmraliyê qebûl nakin û gotin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re aştî” mezin bikin.