Jinan di salvegera bîranîna Sosin Bîrhat de banga xweparastinê kirin

Fermandara (YPJ) Sosin Bîrhat û 4 hevalên wê yên ku di êrîşa hewayî de li bajarê Til Temirê şehîd bûn, di 4’emîn salvegera xwe de hatin bibîranîn. Jinan ji bo jinên ji aliyê HTŞ’a cîhadîst ve rastî qirkirinê tên banga xweparastinê kirin.

Til Temir – Di 19’ê Tebaxa 2021’ê de, bi êrîşeke hewayî ya ji aliyê SÎHA’yên dagirkeriya Tirk ve pêk hat, fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û fermandara Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat, fermandar Egîd Girkê Legê, şervan Seyîfulah Ehmed û Rûbar Hesekê şehîd bûn. Hemwextê wê jî fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj ku li ser riya Qamişloyê di encama êrîşeke hewayî de gihîşt şehadetê, hat bibîranîn.

Şehadeta fermandar û şervanan, ji hêla MÎT’a dagirkeriya Tirk û sîxurên wê ve hatibû plankirin û di roja 19’ê Tebaxa 2021’an de pêk hat. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê piştî lêkolînên berfireh dikaribû sîxuran keşif bike û bigre.

Duh berêvarê, çar sal di ser bûyerê re derbas dibe lê wek sala xwe ya yekemîn gel bi coşeke mezin diherikin qada ku heval lê şehîd bûne û wan bi bîr anîn. Gelê Til Temirê bi neteweyên xwe yên Kurd, Ereb, Aşûr û Ermen ji Saziya Malbatên Şehîdan, bi bilindkirina wêneyê fermandar Sosin aku ji Efrînê ye û li ber dengê def û zirneyê ku ji çanda Efrînê ye, ber bi cihê şehadeta hevriyan ve meşiyan.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê gel û malbatên şehîdan pêşwazî kirin û bi deqeyek rêzgirtinê merasîma bîranînê destpê kir.

‘Pergala neteweya demokratîk bi fedakariya şehîdan û têkoşîna wan hat rûniştandin’

Xwişka fermandar Sosin Bîrhat Îlham Mihemed ku di merasîmê de amade bû, li ser bîranîna wê wiha axivî: “Dijminê ku bi her awayî xwest vîna gel bide şikandin, rastî girêdana gel bi şehîd û azadiya ku nikarin dest jê berdin re hat. Bi ked û têkoşîna şehîdan, pergala me ya neteweya demokratîk û projeya me ya aştiyê, bû xwedî destkeftiyên girîng. Di oxira pêşxistina Neteweya Demokratîk, azadî, aştî û xwişkîtî û biratiya gelan de gelek hevrêyan ji bo wê têkoşîneke demdirêj meşandin û gihîştin asta şehadetê. Xewnên şehîdan dê pêk werin, ji ber ku gel bi têkoşîna xwe xwedî li xewn û xeyalên wan derdikeve.”

‘Sosinek şehîd bû lê bi sedan Sosin ji bo domandina têkoşîna wê amade ne’

Hevseroka Meclisa bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir behsa bûyera sîxurtiyê û şehadeta hevriyan kir û wiha got: “Li vir, beriya çar salan bûyerek bi êş qewimî hevriyên me bi plana sîxuriyê û MÎT’a Tirk a dagirker, bi êrîşeke hewayî gihîştin asta şehadetê. Yek jê hevrê Sosin bû ku bi dilê xwe her kesê hembêz dikir û bi dilnizmiya xwe dihat naskirin. Dijmin pêşengên şoreşê û avakirina civakeke demokratîk û azad hedef digre. Şehadeta Sosin pir bi bandor bû. Tevî çar sal di ser bûyerê re derbas dibe jî em îro dibînin bi sedan kes ji bo bîranîna wan li heman qada ku lê şehîd bûne, sozên xwe nû dikin. Dengê wan jî digihîje dijmin ku divê bizanibin şehadeta jinên wek Sosin, bi sedan Sosinên din amade dike û wê têkoşîna wê berdewam bikin.”

‘Pêwist e Durzî û Elewî li şûna Sosinê bi dehan Sosinan biafirînin’

Gulîxan Tahir da zanîn ku xewn û xeyalên cangoriyan ew e ku Sûriyeya demokratîk û ne navendî were avakirin û wiha dawî kir: “Şopdarên riya şehîdan û yên ku soz dane xewn û xeyalên wan pêk bînin, em dibînin ku çiqas hewldan li ser asta herêmî û navdewletî heye Sûriyeya nenavendî û demokratîk ava bibe. Ji lewre hedefgirtina Sosin Bîrhat a ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiya, hedefgirtina rêxistinbûyîna jinan e. Bûyerên li Suweydayê li dijî Durziyan û li peravên Sûriyeyê li dijî Elewiyan jî ji polîtîkayên li dijî jinên Rojava ne qut e. Dîsa li wir jin hatin qetilkirin, revandin û destdirêjî li wan hat kirin. Ev tiştekî tenê dide nîşandan ku rêxistinbûyîn pêwistiyek e herdemî ye. Pêwîst e di her civak û netewê de li şûna Sosinekê bi dehan Sosin amade bin, parastina hebûn, rûmet û axa xwe bikin.”

‘Hevrê Sosin ji bo hêzên Ermenî fermandarek bû’

Ji Tabûra Nobar Ozaniyan a Ermeniyan jî Losîn Hagobiyan qala hevrêtiya xwe ya bi Sosin Bîrhat re kir û got: “Hêzên Ermenî, şoreşger û gelê azadîxwaz û jinên Kurd, Ereb û Aşûr jî Sosin Bîrhat bi bîr tînin. Em vê ji dijmin re dibêjin; em ê tola fermandara xwe Sosin rakin û em wê weke fermandara hêzên Ermenî jî dibînin. Em vê ji hevrê Sosin re dibêjin tu her heyî, di navbera me de dijî û jinên Ermen wê te ji bîr nekin. Ji ber wê ne tenê dîroka gelê Kurd û Ermen lêkolîn dikir, wê dîroka gelên bindest jî lêkolîn kir û ji bo wan şer kir.”

‘Xwe biparêzin’

Losîn Hagobiyan di salvegera bîranîna hevrê Sosin Bîrhat de bangewazî li jinên Elewî û Durzî kir û wiha domand: “Jinên Elewî û Durzî, pêwîst e xwedî hêz û îrade bin, bikaribin rêxistina xwe ava bikin, ji ber şoreş bi serhildana jinan bi encam dibe. Em ji bo wan silavên xwe yên germ dişînin û dibêjin; qirkirinê nepejirînin, li dijî qirkirinê xwe birêxistin bikin. Tişta ku ji bo rêxistinbûyînê pêwîst e jî îrade û bawerî ye. Bi van hûn ê bikaribin dijminê xwe têk bibin. Bi ruhê Sosin xwe biçek bikin, li dijî dijminên xwe serî hildin. HTŞ’a cîhadîst bi rê û rêbazên pir cuda yên herî zirav jî azadiya jinan ji dest wan digre û êrîşên pir hovane pêk tîne, digihîje asta qirkirinan. Encax bi rakirina çekê jin bikaribin jiyana xwe biparêzin û li dijî çeteyan şer bikin. Ji lewre tenê bi çekê hûn ê bikaribin xwe biparêzin, cuda riyên xweparastinê tune ye.”

Riya azadiyê tu car nahêlin

Jina Ciwan Nesrîn Serhed jî da xuyakirin ku ew ê dest ji riya çûyîna ber bi azadiyê ve bernedin û wiha axivî: “Ji bo me şehadet gelek bi wate ye, ji lewre îro em careke din soza xwe nû dikin ku em ê dest ji riya azadiyê bernedin û şopdarên hevriyên xwe yên şehîd bin.”

Merasîm bi nîşandana sînvîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan û çandina darek di baxçeyê şehîdan de ango li cihê şehadeta Sosin Bîrhat û hevriyên wê li ber dengê def û zirneyê, bi dawî bû.