Jinan di roja aştiyê de got: Tu feydeya polîtîkayên şer tune ye

Jinên ku li ser 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê axivîn, daxwazên xwe yên ji bo aştiyê careke din anîn ziman diyar kirin ku polîtîkayên şer ên desthilatdariyê tu feyde nadin û bi gotinên; “Divê her kes berpirsyariyê bigre” bal kişandin ser girîngiya aştiyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Amedê Roja Aştiya Cîhanê bi meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn hat pîrozkirin. Kesên ku bi laçikên spî yên di destên xwe de beşdarî meşê bûn, daxwaza aştiya bi rûmet kirin, bertek nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê dan. Jinan daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, riya çareserî û diyalogê vebe û kaosa heyî bi dawî bibe.

‘Daxwaza me maf hiqûq û aştî ye’ 

Fikriye Yakar a ku xizmek wê girtî ye, daxwaz kir ku di serî de ji bo girtîghan divê ji bo hemû civakê maf û hiqûq esas be, îşkence bi dawî bibe. Fikriye Yakar bal kişand ku bi polîtîkayên şer, gelê Kurd di her warî de rastî binpêkirin û bêhiqûqiyê tê û got ku xizmek wê 32 sal e girtî ye, ji ber binpêkirinan nayê berdan.

Fikriye Yakar got ku divê gelê Tirk jî weke gelê Kurdistanê daxwaza aştiyê bike û got: “Ez tenê aştiyê dixwazim. Bila deriyên girtîgehan werin vekirin. Bila ev zulum bi dawî bibe. Em tenê maf û hiqûqê dixwazin. Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Gelê Kurd bedelên pir mezin da û hê jî dide. Em tevî vê jî dibêjin aştî, çareserî û diyalog lê yên ku di şer de îsrar dikin, dengê me nabihîsin. Em tevî ewqas zulum û zordariyê jî têkoşîna xwe ya ji bo nasname û mafên xwe didomînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tevî bedelan jî tevî hemû êriş û hewldanên nijadperestan jî em ê daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman.”

‘Em ê tu carî îxanetkaran ji bîr nekin’  

Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz jî banga xwe ya ji bo aştiyê dubare kir, polîtîkayên Barzaniyan şermezar kir û got ku ew ê îxaneta kesên ku bi desthilatdariyê re hewl didin şer gur bikin tu carî ji bîr nekin. Kudret Eryılmaz, wiha domand: “Bila ev xwîn bisekine, şer bi dawî bibe û êdî kezeba dayikan neşewite. Em li ser axa xwe azad nîn in. Em dayik her dem aştiyê dixwazin, kezeba me şewitî bila ya kesên din neşewite. Em dixwazin li ser axa xwe li welatê xwe bê dengê balafirên şer, bê tirs bijîn. Zarokên me ji ber dengê balafirên şer nikarin razên. Divê ev şer di demek nêz de bi dawî bibe. Ez bawer dikim ku li ser bedelên hatine dayîn dê rojek aştî çêbibe. Em nebînin jî dê zarokên me wan rojan bibînin. Ewqas xebat û ked dê bi xwe re serkeftinê bîne dê têkoşîna me li tewşê neçe. Ez mala Berzaniyan şermezar dikim, bila ji Kurdîtiya xwe şerm bikin. Bila dest ji vê hevkarî û îxanetê berdin. Bi pêşeroj û jiyana gelê Kurd dilîzin. Ên ku şer gur dikin, bila bizanibin dê sibê cuda be, ev şer heta dawî nadome. Vê axê bi xwîna zarokên me şil bûye peywira her kesê ew e ku bibêje êdî bes e.”

‘Ji bo aştiyê divê em berpirsyariyê bigrin û bixebitin’ 

Herî dawî Sekretera Yapiyol-Sena Amedê Hatun Leyla jî got: “Şerê ku bi salan e didome herî zêde jin û zarokan bi bandor dike. Em jî dixwazin vî şerî bi dawî bibe û pevçûnên li herêma me bi dawî bibin. Divê her kes êdî jiyana xwe bi awayê demokratîk û bi aramî bidomîne. Çend sal in polîtîkayên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xitimîne. Li ser vê yekê saziyên civakî di mehên borî de hatin ba hev, deklarasyonek weşandin. Em dibêjin ku ji bo riyên çarseriyê yên xitimîne vebin, divê hemû saziyên civakî û aktivîstên mafên mirovan berpirsyariyê bigrin. Divê şer û pevçûn bi dawî bibin, dewlet dest ji polîtîkayên xwe yên ‘ewlekariyê’ berde, serî li riyên aştiyê bide. Ên herî zêde ji şeran zirarê dibînin em in. Ji bo dayikên me ewqas xemgîn nebin, jin mexdûr nebin divê şer bi dawî bibe. Ji bo jiyana demokratîk û azad divê di demek nêz de gavên wiha werin avêtin. Em ji bo vê yekê îro li vê derê ne. Em ê van daxwazên xwe li her derê bînin ziman. Feydeya şer ji kesê re tune ye, ji bo vê divê em li ser rê û rêbazên çareserî û aştiyê bisekinin.”