Jinan bikar anîna çekên kîmyewî şermezar kirin
Dayîkên Aşîtiyê ya navçeya Til Temirê û Yekîtiya Hiquqnasên Herema Cizîre bikar anîna çekên kîmyewî şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Ji Nîsana 2021'an de dewleta tirk li dijî gerîlayên HPG û YJA-Starê gelek cûreyên kîmyesal bikar tîne. Di rojên derbasbûyî nasnameya 17 HPG’yiyên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe jidest dane hat eşkerekirin. Li dijî sûcên şer ên bi destê dewleta Tirk a dagirker tê meşandin li Qamişlo û Til Temirê jin li qadan bûn.
Til Temir
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî Dayikên Aşîtiyê ji Goristana pekrewanên Til Temir a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Zêrîn Hecî de hat xwendin wiha hate gotin: "Em di van demên dawî de bûn şahidê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser çiyayên Kurdistanê ku li hemberî hemû çekên qirkirinê jî em şahidiya berxwedana dîrokî a hêzên gerîla dikin. Armanca van hemû êrîşan vemirandina agirê şoreşa her çar aliyên Kurdistanê û qirkirina Kurdan bi hemû rêbazên mirovahiyê yên hovane ye. Lê li çiyayên Kurdistanê hêzên gerîla bi ser dikevin û dîroka navên 17 lehengan dinivîsin. Agirê şoreşê yên ku bi berxwedan û şehadeta xwe rêya azadiyê geş kirin, ji ber vê yekê ye ku divê hemû cîhan wateya berxwedan û azadiya rasteqîn a li çiyayên Kurdistanê dibihîzin û nas bikin ku Kurd li rêya azadî û aştiyê digerin. Divê ku dengê me bighêje hemû rêxistinên mirovî, hiqûqî û koalîsyona navdewletî ji bo rawestandina êrîşên hovane yên faşîst ên Tirk ên li ser herêmên parastina medya yê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê heyetek ser bixwe biçe li wan qadan lêkolînê bike û bi van gotinan banga têkoşîna li dijî sûcên şer hat kirin; “Werin em bibin piştevanê kur û keçên xwe yên gerîla, em layiqî fedekarî û cesareta wan bin, em bibin yek deng û hêzeke bêhempa, da ku hemû hêzên emperyalîst û hegemoniya cîhanî têk bibin, planên wan pûç bikin û şer û şoreşa xwe li hember dijminên mirovahiyê bi ser bixînin."
Qamişlo
Yekîtiya Parêzeran û hiqûqnasên Herêma Cizîrê li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan hiqûqnasan, daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Edaleta Civakî Selma Silêman ve hat xwendin de qala kiryarên dermirovî yê dewleta Tirk a dagirker hat kirin û wiha hat gotin; “Li ser axa Kurdistanê heta roja îro 2 hezar û 476 car bombeyên qedexekirî û çekên kîmyayî piştî wergirtina piştgiriya PDK ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine bikaranîn. Di encamê de 153 şervanên Hêzên Parastina Gel ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi bawerî û îradeyek xurt li ser xeta şehîdan bi ser ketin, şehîd bûn. Qanûna navneteweyî ya mirovahî bi giştî bikaranîna çekên ku dibin sedema birîndarbûn û êşên nehewce. Her wiha bikaranîn, hilberandin, embarkirin an firotina her cure çekên qedexekirî yên biyolojîk û kîmyayî qedexe dike, lê tevî vê yekê jî dewleta tirk wan li ser gelê me û xwezaya me bi kar tîne.”
“Li pêşiya binpêkirinên dewleta tirk rawestin”
Daxuyanî bi van nerazîbûn û daxwazan hat bidawîkirin: “Weke hiqûqnas em bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û rayedarên pêwendîdar dikin ku li hember van binpêkirinên dewleta Tirk û nepêkanîna wê bi peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine îmzekirin û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya mirovahî rawestin. Her tiştê ku dewleta tirk dike wek tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê tê dîtin û divê hemû aliyên pêwendîdar, rêxistinên mafên mirovan û Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dawî li van binpêkirinên norm, yasa, peyman û peymanên navdewletî bînin. Em ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî daxwaz dikin ku dewleta Tirk ji sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bên darizandin.”