Jinan bi soza bilindkirina têkoşînê Feryal Silêman Xalid oxir kirin

Yek ji pêşenga têkoşîna azadiya jinan Kurd Feryal Silêman Xalid a di 18’ê Çileyê li Kerkûkê hate qetilkirin, bi merasîmek bi heybet oxir kirin.

Hesekê – Pêşenga têkoşîna azadiya jinan Feryal Silêman Xalid di 18'ê Çileyê de li Kerkûkê li ber dibistanekî di encama sûîqestekî ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Gelê herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd Ereb, Suryan û Ermen ji bo Feryal Silêman Xalid merasîmek bi heybet li dar xistin.

Merasîm li Goristana Şehîd Medya û Dijwar a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê Endama Mekteba Jin a Malbatê Şehîdan Fatma Elî axivî. Fatma Elî sersaxî ji malbata Feryal Silêman Xalid re xwest û wiha got: “Şehîd Feryal Silêman Xalid pêşenga azadî û demokrasiyê bû. Hedefgirtina wê îradeya jinan naşkîne, berovajî wê jin bi hêz û xurtir dibin. Ji ber ku xwe li ser felsefeya şehîd Feryal Silêman Xalid û rê hevalên wê Sakîne Cansiz birêxistin kirine. Em soza bilindkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê li vêderê nû dikin. “

Li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya

Li ser navê Kongra Star Laleş Hesekê, banga parastina deskeftiyên şoreşê kir û wiha got: “Em di demek gelek hesas re derbas dibin û deskeftiyên me ji her alî de di nava xeterî de ne. Ger em van deskeftî wekî ku tê xwestin neparêzin, em ê nikaribin jiyan bikin. Parastina van deskeftiyan bi ked, xwîn û xwêdanekî gelek mezin were kirin. Şehîd Feryal Silêman Xalid yek ji hevalên ku ji salên 93’an de ji bo bidestxistina deskeftiyan û parastina wan li gelek qadên wekî Ermenîstan, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê kar kir. Şehîd Feryal Silêman Xalid ferq û perçe di bajarê Kurdistanê di dilê wê de çênebû li kuderê kar hatiba xwesetin ji bo wê amade bû. Şehîd Feryal Silêman Xalid li pey xwe şûna kedê di dilê her kesî de hişt, îro erka me ye em keda wê li erdê nexin û deskeftiyên ku bi xwîna pakrewanan hatiye destxistin bi yek destê biparêzin.”

Banga parastina destkeftiyên şoreşê

Li ser navê malbata Feryal Silêman Xalid, Minewer Xalid wiha axivî: “Şehîd Zelal ji bo azadî û hebûna gelan tevlî nava refên gerîla bû. Her dem banga yekîtiyê dikir û daxwaza wê ku her netewek xwedî nasnameyek be. Lewma em îro bang li gelê xwe dikin ku xwedî li nirxê şoreşê derkevin.”

‘Em ê armanca wê pêk bînin’

Endama Koordînasyona Kombûna Jinên Zenûbiya Şêrezad Casim jî li dijî qetilkirina Feryal Silêman Xalid soza bilindkirina têkoşînê bilêv kir û wiha axaftina xwe domand: “Şehîd Feryal Silêman Xalid xwediya avakirina Kombûna Jinên Zenûbiya ye. Armanca wê ew bû ku jinên Ereb bi yekîtiya xwe xwe bi rêxistin bikin, zane bibin û ji koletî û zihniyeta mêr xelas bibin. Em soz didin ku em ê keda wê bişopînin û armanca wê pêk bînin. Ew ji bo me pêşenga azadiyê ye.”

Piştre nasnameya Şehîd Feryal Silêman Xalid ji aliyê saziya malbatê Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û oxirkirina cenazeya Şehîd Feryal Silêman Xalid bi dawî bû.