Jinan bertek nîşanî qedexekirina strana "Tu kî yî" dan
Qedexekirina strana hunermend Devrim Demîr a "Tu kî yî" ku dê îro di mîtînga Amedê de bihata gotin ji hêla gelek derdoran ve hat şermezarkirin.
Navenda Nûçeyan- Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Qedexekirina strana Devrîm Demîr a "Tu kî yî" dê li qada mîtîngê bihata gotin ji hêla gelek derdoran ve hat şermezar kirin.
“Em ê stranên azadiyê bêjin”
Komeleya Dema Jinê li ser hesabê xwe yê medyayê bertek nîşanî qedexekirina stranê da û got: "Strana 'Tu kî yî' a ku li qada mîtîngê bihata gotin hatiye qedexekirin. Lê divê bê zanîn ku jin, li dijî qirkirina çand, ziman û jinê em ê li hemberî zihniyeta zayendperest stranên xwe yên azadiyê bêjin."