“Jina perwerdekirî, di aliyê fikrî de jî xurt e”

Rêvebera Komîteya Perwerdê ya Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê, Newroz Heşêm behsa girîngiya perwerdeyê kir û got: “Dema ku mirov di perwerdeyan re derbas dibe dikare civakeke azad ava bike û zêdetir kesayeta xwe nas bike û pêş bixe.”

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Pêwîstiya her kesî bi perwerdê heye, ji ber ku di riya perwerdê de mirov dikare xwe û civaka xwe pêşbixe. Civaka bê perwerde ji bingehê de tê hilweşandin. Ji bo ku mirov zêdetir xwe û derdora xwe nas bike pêwîste di perwerdeyan re derbas bibe ji ber ku di rêya perwerdê de mirov kesayeta xwe û dîroka xwe nas dike. Kesayeta ne perwerdekirî ti çarî nikare bêje ez civaka xwe û rastiya dijminê xwe baş dizanim. Bi perwerdê mirov dikare civak xwe bi rêxistin bike û li hemberî dijmin bisekine. Akademiya Kongreya Star a Herêma Efrînê li Şehbayê dewreya perwerde daye destpêkirin û divê perwerdeyê de 29 jin hene. Jinên ku beşdarî perwerde bûne, da ku civakek azad û demokratîk ava bikin hewil didin kesayeta xwe nas bikin û dîroka xwe bi nasin. Têkildarî perwerdeyê, Rêveberiya Komîteya Perwerde ya Kongreya Star, Newroz Heşêm nêrîna xwe parve kir. 
"Bi riya perwerdê mirov dikare dijminê xwe nas bike"
Newroz Heşêm diyar kir ku bi riya perwerdê mirov dikare zêdetir xwe û derdora xwe nas bike û wiha got: “Perwerde ji mirov re weke nan û avê girîng e. Ji bo civaka kurdan perwerde pir girîng e, ji ber dîroka kurdan pir kur e û divê her kurdek dîroka xwe bi nase. Pergala desthilatdar û baviksalarî herdem hewil dide ku jinan bixe bin desthilatdariya xwe. Bi taybet jina kurd, ji ber jina kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn. Ji bo ku em li hemberî ferzkirina vê zihniyete bisekinin, pêwistî bi perwerdê heye. Rêber Apo jî di dahurandinê xwe de behsa girîngiya perwerde dike û sê caran peyva perwerde dubare dike, loma perwerde ji bo her nifş û mirovekî pir girîng e.”
"Mirovên perwedekirî dikare civaka azad ava bike" 
Newroz Heşêm girîngiya perwerde ji bo kesayet û civakê wiha parve dike: "Divê ku mirov bi xwe re bibe alîkar û tiştên ne baş ên ku di mêjiyê me de hatine çandin, bi riya perwerdê veguherînin taybetmendiyên erênî. Zihniyeta baviksalar a 5 hezar salin li ser jinan hatiye ferzkirin, em dikarin bi riya perwerdê ji holê rabikin. Her wiha ya ku herî zêde xwe perwerde bike mêr e. Ji ber ku zihniyeta baviksalarî di mêjiya wan de jî hatiye ferizkirin. Di civaka xwezayî de her tişt xwedî wate bû, ji ber ku jin, civakê bi rê ve dibir. Armanca me ewe ku em bi riya perwerdeyan, civaka xwezayî zindî bikin. Di heman deme de em dixwazin cewher û rastiya xwe keşif bikin. Rêber Apo di her dahurandinê xwe de perwerde esas girt da ku jin û mêr rastiya xwe nas bikin û hevjiyana azad di nav malbat û civakê de bide rûnişkandin. Em dikarin diyar bikin ku mirovên bi perwerde, dikare civaka azad ava bike.”
“Bi perwerdê rastiya xwe nas dikin”
Newroz Heşêm herî dawî diyar kir ku jina ku perwerdekirî ji aliye fikrî ve xurt e û wiha bi dawî kir: "Perwerde di jiyana me de pir girîng e û divê em zarokên xwe jî li ser bingeha rastî perwerde bikin. Îro dijmina me herî zêde ji perwerdeyên me ditirse, ji ber perwerde çavê me vedike û em rastiya xwe û dijmina xwe nasdikin. Jinên ku niha di perwerdeyan de derbas dibin gelek kêyfxweşin, ji ber rastiya xwe û dîroka xwe nas dikin. Em dikarin bêjin ku jina bi perwerdekirî di aliye fikrî de xurt e.”