Jina Beluc li şûna birayê xwe hate binçavkirin
Li navçeya Golşehr a Çabaharê, jina ciwan Reyhane Îrandeganî ya Beluc di serdegirtina mala xwe ya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Hate diyar kirin ku jina ciwan li şûna birayê xwe hatiye binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku jina Beluc a bi navê Reyhane Îrandeganî, li şûna birayê xwe hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê li navçeya Golşehr a Çabaharê ya Îranê li dijî malekî malbatekî Beluc de girtin û li şûna birayê wê jinekî 21 salî binçavkirin. Xizmên jina ciwan, vê bûyerê mîna “rehîn girtinê” binavkirin.
Di nûçeyê de, hate diyar kirin ku hêzên ewlehiyê bi hejmareke mezin û bikaranîna İHA’yê ketine hundirê malê. Ji ber ku birayê Reyhane Îrandeganî ne li mal bû, hêzên ewlehiyê bêyî biryarek qanûnî Reyhane Îrandeganî binçavkirin.
Heta niha, saziya ku jina ciwan binçavkir, der barê cihê Reyhaneyê an jî sûcdaran de tu agahiyan parve nekir.