Jin wê qeyûmê bişînin: Em ê li malê nerûnin

Jinan di meşa “Meşa Demokrasiyê” ya der barê darbeya qeyûm a li dijî Şaredariya Colemêrgê de hat destpêkirin bang li hemû gelê Colemêrgê kirin û gotin: “Roj ne roja rûniştina li mala xwe ye, roja xwedîderketina li vîna xwe ye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Berxwedana gel û hilbijartiyan a piştî darbeya qeyûm a 3’ê Hezîranê ya li dijî Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, bi “Meşa Demokrasiyê” ya ku di 10’ê Hezîranê de destpêkir di roja xwe ya 3^an de berdevam dike. Piştî meşê gel wê di mîtînga 13’ê Hezîranê ya li navenda bajarê Colemêrgê bê lidarxistin de bên ba hev û bi gotina “Rê ji qeyûm re nîne” bê lidarxistin. ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li Şemzînanê destpêkir li Gever û Çelê berdevam, heyet li her cihê ku diçe guh dide gel.

Jinên beşdarî ‘Meşa Demokrasiyê’ bûn, bang li gel kirin ku xwedî li vîna xwe derkevin, bi gotina “Êdî dema gotina bes e” biryardariya xwe ya çalakiyên xwe dan diyarkirin.

‘Ger em dixwazin ev êriş rawestin, bila li mala xwe ne rûnin’

Amîne Engudarku yek ji dayîkên ji roja destpêkê ve dinav meşê de ye bang li gel kir ku xwedî li îrade û têkoşîna xwe derkevin û got: “Me li dijî qeyûman dest bi meşê kir. Em hem qeyûm hem jî zîhniyeta wî şermezar dikin. Me li vir mafê kesî binpê nekir û çavê me jî ne li yê kesî ye. Me bi vîn û keda xwe şaredariya xwe bi dest xist. Em qeyûmê ku li ser keda me hatiye tayînkirin, qebûl nakin. Bi mehan be jî em ê berxwedana xwe bidomînin. Ev pêvajo, ev neheqî wê bi vî rengî berdewam neke. Ger em dixwazin ev raweste, divê em li malên xwe ne rûnin. Ev meş wê heta ku ew qeyûm derkeve bidome. Bila her kes rabe ser lingan û ji qeyûman re bêje raweste. Bila gelê Colemêrgê rabe ser lingan û wekîl û vîna xwe biparêze. Ev mesele ne tenê meseleya Kurdan e, meseleya her kesê xwedî wijdan e. Me bi vîna xwe û baweriya xwe bidest xist. Ma em qeyûm tayînî walitiyên wan dikin? Çima îradeya me û serkeftina me di zikê wan de dibe êş? Çi dikin bila bikin em ê xwedî li mafê xwe derkevin. Heta ku em şaredariya xwe bi dest nexin wê meşa bidome.”

‘Em vê îxanet û heqaretê qebûl nakin’

Saadet Dogma, anî ziman ku gel li her qadê diyar dike ku qeyûm naxwazin û destnîşan kir ku heta şaredariya xwe venegrin meşa wan wê bidome. Saadet Dogma, anî ziman ku ew ê li malên xwe ne rûnin û ne mînin bendê ku şaredariyên din jî bêne desteserkirin û got: “Heta ku em şaredariya xwe bidest nexin wê meşa me bidome. Em bi soz û biryareke mezin dibêjin; Em li Kurdistanê qeyûm naxwazin û em vî qeyûmî jî qebûl nakin. Ev meş wê bidome û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Îrade û daxwaza me yek e û bi vê hêzê em dikarin qeyûm ji van xakan derbixin. Ev qeyûm ji xeynî îxaneta li hember gelê Kurd ne tiştekî din e. Lê niha hatine dawiya rê. Rêya wan tune ku birevin. Li her derê tevlîheviyê derdixin da ku xwe xilas bikin, lê em qebûl nakin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û li ser lingan bin. Em ê bê westan li pey îradeya xwe bin û heta ku em bi dest nexin em ê li ser lingan bin.”

‘Ji 7’an heta 70’î divê her kes li ya xwe xwedî derkeve’

Herî dawî Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul bang li gel kir ku di 13’’ê Hezîranê de li vîna xwe xwedî derkevin û dakevin qadan û ev tişt anî ziman: “Weke hûn jî dizanin Hevşaredarê me hat girtin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Gel bertekên xwe yên li hemberî van qeyûman nîşan da û serî hilda. Gel li her qadê nîşan dide ku ew vê zilmê qebûl nakin. Li hember vê me dest bi meşê kir û di dawiya meşê de wê mîtîngek bê lidarxistin. Êdî ev polîtîkaya qeyûm nayê qebûlkirin. Ev ji zilm û neheqiyê pê ve ne tiştekî din e. Gelê Kurd li hemberî vê li her qadê bertekên xwe nîşan dide û li ber xwe dide. Ez ji 7 heta 70 salî bang li hemû gelê Colemêrgê dikim ku rabin ser lingan, dengê xwe bilind bikin û van polîtîkayên qeyûm qebûl nekin. Êdî dema gotina ‘raweste’ ye.”