Jin vêcarê dê ji bo Melek Ayaz bên bahev
Melek Ayaz ji aliyê mêrê pêre zewiciyî Silêman Gungor ve hat xeniqandin. Jin ji bo bibin dengê Melek û malbata wê bang li hemû jinan kirin ku li hemberî cînayetên jinan dengê xwe bilind bikin.

Stenbol – Li Tirkiye ya cînayetên jinan lê didome her roj yek nû lê zêde dibe. Di lîsta cînayetên jinan de yek ji jina jiyana xwe ji dest daye Melek Ayaz e. Ew ji aliyê mêrê pêre zewici ve hat xeniqandin. Malbata Melekê banga alîkariyê li rêxistinên jinan kir, jinan jî ev deng bihîst.
18’ê çile yê li Silivriyê di navbera Silêman Gungormuş û Melek Ayaz ên ku sê salin bi hev re zewicîn de nîqaş derket. Di dema nîqaşa dinavbera Melek a nexweşa astimê ye dema hînbû hevjînê wê Silêman ê girêdayî xumarê ye û nikare deyînê xwe bide de derket, Silêman destê xwe da ser têna Melekê û ew xeniqand. Xwişka Meleka hatî xeniqandin bigotina: “Li gel dizanî nexweşa astimê ye jî destê xwe da ser têna xwişka min a 45 kîlo bû û xeniqand. Xeleka dawiya cînayetên jinan jî bû xwişka min.” bang li tevgerên jinan kir.
Ji bo dada rast
Kongra Civaka Demokratîk (HDK), Partiya Civaka Demokratîk (HDP), Meclisa Navenda Jinan a Stenbolê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Melek Ayaz bi daxwaza “Ne dada mêran, dada rast” dengê xwe bilind kirin. Dê jin li Meydana Şîrînevler a navçeya Bahçelievler a Stenbolê di saet 16:00’an de bên ba hev. Jinan ji bo Melek Ayaz û hemû jinên di encama şideta mêran de hatine qetilkirin banga tevlîbûna daxuyaniya çapemeniyê kirin.