Jinan pergala xwe ya xweparastinê nîqaş kirin
Bi Şoreşa Jinê re jin ji qada siyasî heyanî qada leşkerî di her aliyê de pêşengiyê dikin û pergala xwe ya xweser ava dikin. Jinan bi konferansa 3’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn pergala xwe ya xweparastinê nîqaş kirin.

Hesekê - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma "Em ê xeta xiyanetê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê têk bibin û ala azadiyê bilind bikin" li Hola Serdem a Çandê li bajarê Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi konferansa xwe ya sêyemîn kir. Hola konferansê bi wêneyên pakrewanên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê, hatibû xemilandin. 400 delege ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê ku bi nave Hewarî, Sotoro-Jin, Natoro-Jin her wiha Kongra Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî konferansê bû.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji giyanê pakrewanan, Endama Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Firyal Hesen dest bi konferansê kir û wiha axivî: "Konferansa me wê bibe bersivek ji hemû kesên îxanetkar, hişmendiya desthilatdar û êrîşên piralî yên ku li ser herêmê pêk tên."
‘Şoreşa ku jin pêşengiya wê dikin bûye çavkaniya hêviyê’
Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Foza Yûsif a di konferansê de axivî destnîşan kir ku li tevahî cîhanê êrişek mezin û pergalî li dijî jinan heye û destnîşan kir ku hişmendiya mêr li ser xweza û mirovahiyê gefekî mezin çêdike. Foza Yusif a got “Em bi şerê cîhanê yê sêyemîn re rû bi rû ne ku navenda wê jî welatê me ye” destnîşan kir ku di vê şerê de êrişa herî mezin li dijî jinan e û wiha pêl da axaftinên xwe; “Sedem jî ew e ku jinan li ser vê axê gavên dîrokê avêtine. Jinên Kurd, Ereb, Aşûr Suryan mizgîniya jiyana nû dan mirovaiyê û cîhanê. Hêvî û hêzeke mezin, jiyana ku xwe ji desthilatdariya mêr rizgar kiriye dan jinan. Şoreşa ku jin pêşengiya wê dikin ji hemû jinên cîhanê re bûye çavkaniya azadî û hêviyê.”
Foza Yusif a bal kişand serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk tên, destnîşan kir ku jin êdî qefesa koletiyê şikandine û got ku jin li her deverê cîhanê biryara azadiyê dane. Foza Yusif a bibîr xist ku çavkaniya biryardarî û sekna jinan berxwedana jinên Kurdistanê ye got; “Hebûna her endamek jin ji hêzên ewlekariyê hêz û baweriyeke dide jin û civakê."
‘Em bi saya berdelên giran gihiştin vê rojê’
Endama Meclisa Giştî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman bal kişand ser berdelên giranbuha yên ku bi saya wê gihîştine vê rojê û wiha domand: "Di kesayeta şehdî Bêrîtan, Sara û Rûkenan de ku derbên mezin li dilê dewleta tirk û hevkarên wî xistin, em hemû giyanê pak di vê pêvjoya girîng de bi bîr tînin. Ew giyanê pak bû kevirê bingehîn ê şoreşê. Rastiya me weke jin di nasîna jiyana bi rûmet de ye. Divê ku em jî xwedî li ked û têkoşîna lehengan derkevin û xewn û xeyalên wan pêk bînin."
‘Pêwistiya jinan bi xwe parastinê heye’
Ji Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê ya beşdarî konferansê bûbû bal kişand li ser êrişên qirkirinê ya li ser jinan tê meşandin û destnîşan kir ku li dihî vê parastinekê xurt pêwist dike. Emîne Osê ya destnîşan kir ku tenê yek mekanîzmayek a ku jin bikaribin xwe biparêzin heye, axaftina xwe wiha domand; “Ew jî rêxistinbûyîna xwe ya xweser e. Jin bi xweserbûna xwe dikarin pîvanên şoreşê bixin bin temînatê ku ev şoreş ji xetê dernekeve. Ne hêsan e ku jinek çekê rake û li ser bendên kontrolê bisekine û parastinê bike. Biryar û sekna jinan li hember hemû êrîşan hişt ku hêzê bide jinên cîhanê."