Jin mehkûmî zewaca kevneşopî dibin: Li Dêrazorê zewazên bi darê zorê
Jinên Dêrazorê bi taybetî jinên temen biçûk mehkûmî adet û kevneşopiyê civakê tên. Ev jin di bin navê qeder, bendêlîkirin an jî zewaca kevneşopî neçar in bizewicin û tevî hemû dijwariyên jiyanê jî divê bêdeng bin.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Tevî guhertina demê û zêdebûna hişmendiya civakî jî, li hin deveran pratîka zewaca kevneşopî bi hemû awayên wê, ji zewaca zarokan bigre heya pereyên xwînê û hiyarê, li gundewarên kantona Dêrazorê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiyek girîng e. Jinên ciwan pir caran bê şêwirîna dê û bavên xwe tên zewicandin û carinan ew ji zewacê tên astengkirin ger xizmek îsrar bike ku wan ji bo xwe bihêle, bi hinceta hiyarê.
Dema ku çarenûs dibe zincîr û keçek dibe tiştekî erzan, zewacek bê xwestek û zarokatiyek bê taybetmendî çêdibe. Li kantona Dêrazorê tevî kampanyayên hişyarkirinê jî, jinên ciwan hê jî bi bêdengî tên zewicandin, tên berdan û tên jibîrkirin.
Zewac li ser navê çarenûsê tê kirin
Li vir zewac bi evîn, qebûlkirin an têgihîştinê nayê pîvandin. Ew pir caran di civînên mêran de tê biryardan. Zewac carna wek bendên di peymana dozê de, an wek pereyê xwînê, an jî wek beşek ji hiyarekê têne ragihandin, ku tê de keçek ji zewacê tê asteng kirin heya ku biryara xizmê wê neyê dayîn. Biryara zewacê li ser navê çarenûsê tê dayîn, ne li ser bingeha evîn an lihevhatinê.
Ji ber adet û kevneşopiyên kevnar mexdûr dibin
Ji ber polîtîkayên bi zanebûn ên ku ji aliyê rejîmên ku ji dagirkirina Fransayê ve li Sûriyeyê hikum kirine û piştre hikûmetên ku di nav çend salan de hevdû hilweşandine ve hatine meşandin, feraseta mêran bêtir xurt bûye. Ji sala 1956'an vir ve, jinên ji eşîrên Sûriyeyê bi qanûnekê hatine dûrxistin ku wan bi tenê dihêle. Bê guman, jin xeleka herî qels in, bê perwerde mane û ji ber adet û kevneşopiyên kevnar bûne mexdûr.
Feraseta DAIŞ’ê jî vê bûyerê kûrtir kiriye
DAIŞ'ê bi salan e ji vê dûrxistina qestî ya eşîrên herêmê sûd girtiye. Dibe ku berî salên şerê dijwar ên ku li Sûriyeyê jiyan kir, gelek jinên ciwan bi riya xwendina perwerdehiyê û zêdekirina temenê zewacê ji 20 salî zêdetir karîn xwe ji zewaca zû rizgar bikin. Lê bi kontrolkirina herêmê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve berî çend salan, wê zihniyetek tundrew di bin maskeya olê de li ser malbatan ferz kir. Bandora adet û kevneşopiyên kevnar li ser civakê kûrtir kir.
Hewlên ji bo kêmkirina vê bûyerê
Tevî derxistina zagonek li ser jinan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve. Bilindkirina temenê zewacê û cezayên ji ber wê. Her wiha kampanyayên rêxistinkirin û hişyarkirinê yên ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya ve ji bo sînordarkirina van kiryaran hatine lidarxistin jî, civaka Dêrazorê bi têra xwe bersiv nedaye. Her çend malbat û keç li guhertinê digerin jî, ew rastî zexteke giran a civakî, tên.
Bi navê çarenûs û qederê jin bêdeng dibin
Subha El-Hemed a ji Dêrazorê dibêje: "Keç xwedî mafê gotinê nîne. Ger çarenûsa wê be, ew qediyaye û divê bizewice. Kes jê napirse ka ew çi dixwaze û çi naxwaze. Ew tehemûl dike û sebir dike. Dema ku pirsgirêk derdikevin jî jê re dibêjin sebir bike. Ev çarenûsa te ye. Jin neçar dikirin ku bi xizmên xwe re bizewicin bê ku razîbûna wan berçav re were girtin, an jî di zewacên berdêl de diketin ku wek "bedêlî" têne zanîn. Di vê cureyê zewacê de keçek beramberî keçek din tê zewicandin. Mîna ku zewac danûstandinek be ne girêdayî hest û mafên mirovan be."
Zewaca "Bedla" an berdêl li ser hesabê keçan dibe kirîn û firotin
Yek ji şêweyên zewacê yên herî kevneşopî û xeternak zewaca bi danûstandinê ye "Bedêlî", ku tê de keçek beramberî keçek din tê zewicandin û çarenûsa wan pir caran bi hev ve girêdayî ye. Ger zewacek hilweşe, ya din jî neçar e ku heman tiştî bike. Subha El-Hemed da zanîn ku jin bi vê zewacê ji mirovahiyê bêpar dimînin û dibin amûrek danûstandinê di navber du malbatan de. Her wiha jin ji ber şerma civakê neçarî zewacê dihatin kirin.
Zewaca temen biçûk zarokatiyê bi navê adetan binpê dike
Rêvebera komîteya lihevhatinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya, Heyat El-Ehmed behsa vê pratîka kûr a di civakê de û riyên çareseriyê ku Kombûn pêşkêş dike, kir û got: "Keçik ciwan e û nikare bi jiyana zewacê re mijûl bibe, ji ber vê gelek jin şikestî, windabûyî yan jî berdayî vedigerin malbatên xwe. Li gor zewaca danûstandinê, eger jinek were berdan, jina din jî tê berdan. Zilam dibêje: "Xwişka min hate berdan, çima keça we hê jî bi min re ye? mîna ku keç peyman bin û ne mirov bin."
Zewaca jinên temen biçûk bi kesên temen mezin re
Heyat El-Hemed balkişand ser cureyek din ê zewacê ku li herêmê belav dibin, wek zewaca jinek temen biçûk bi mêrek temen mezin re û wiha dewamî da gotinên xwe: "Keçek 14 an 15 salî bi mêrekî 60 an 70 salî re tê zewicandin. Keç difikire ku ew pêlîstok e û dê cil û bergek spî li xwe bike û kêfxweş bibe. Ew nizane ku ew ê dest bi jiyanek tijî êş bike. Li vir, wekhevî bi tu awayî tune ye. Keça temenbiçûk wateya zewacê nizane. Ew ji cîhana zarokatiya xwe tê qutkirin û tê avêtin nav jiyanek ku ew fêm nake û nikare wê red bike. Me li ser hişyarkirinê xebitî û gelek li ser xetereyên zewaca temenê biçûk axivî. Ev pirsgirêk heta astekê di nava civakê de hinek kêm bûye."
Têkeliya zagonan û hişmendiyê
Kombûna Jinan a Zenûbiya pêşengiya însiyatîfên ku armanc dikin hişiyarkirina jinan û civakê li ser pirsgirêkên zewaca bi zorê, cudakerî û dûrxistinê bikin, dike. Ew jî bi riya pêngav, rapor, çalakiyên meydanî û diyalogên vekirî bi malbatan re tê bidestxistin. Li gor Heyat El-Hemed ev însiyatîf beşdarî ji nûve şekilandina ramana li ser zewaca bi temen biçûk û redkirina bêdengiya li ser navê kevneşopiyê, dibin.
Zewac ne peymanek e, ne jî veşartinek bi zorê ye. Ew şirîkatiyek e ku li ser rêz û hilbijartina azad hatiye avakirin. Ev deng e ku Kombûna Jinan a Zenûbiya dixwaze bigihîne: dengê jiyanê, ne bêdengiyê.