Jin li Rojhilata Navîn bûne çêkerên guhartinê – GOTAR
Tevî ku jin di dîrokê de bûne xwedî têkoşîn, şiyan û afirînerî û hebûna xwe îsbat kirine jî bi derketina çînîperestî û serdema mêraniyê rola wan hatiye veşartin û paşguhkirin. Lê ew bêdeng nemane û her dem guhererandine.

ZEHÎDA MEMO
Guhertinên radîkal ên ku mirovahiyê ji serdema neolîtîk ve derbas kiriye û aramiya ku wê di civakê de dîtiye, ji rola bingehîn û girîng a jinan e ku di tevahiya dîrokê de kevirê bingehîn ê avakirina şaristaniyan bûn. Ji vedîtinên ku bi ser ketin bigre heta pergala civakî ya hevseng ku bi sembol, peyker û abîdeyên nirxên olî û civakî yên jinan nîşan didin û îsbat dikin hatin dîtin.
Jin weke damezrînerên nirxên exlaqî û stûnên bingehîn ên avakirina civak û komîn an eşîran bi vîzyonek beşdar a edaleta civakî û wekheviya zaynedî, hatine hesibandin. Ev bûye sedema hebûna jinan û vîzyona wan a afirîner û giyanî weke şîfager, çi bi riya dermanên ku wan ji xwezayê kifş kirine çi jî bi riya mizacên xwe yên giyanî yên şîfayê.
Dîrokê şop û rola jinên pêşeng veşart
Her ku şaristanî bi pêş diketin, jinan li ser her dîwar û kevirî şopa xwe, dîroka xwe hiştin weke ku fêm bikin rojekê ew ê were jêbirin û tunekirin. Wan tiştê ku ji afrîneriya xwe ya dizî di bîra wan de mayî, îlahî û stranên di dergûşê de nivîsandin, xêz û hembêz kirin. Wan bi gravuran li ser laşên xwe xemilandin ku wê hingê dikarin weke vejînek zanistî, çandî, civakî û aborî werin hesibandin. Bi Înanna dest pê kir dûre Afrodît, Hypatia, Marie Curie, Lise Meitner, Rosalind Franklin, Nawal El Saadawî û gelek jinên ku mirovahî xilas kirin û bersivên gelek pirsên nakok dan derketin. Lê dîrokê şopa wan ji holê rakir û paqij kir û hewl da ku tiştê ji berhemên wan mayî veşêre.
Ji ber vê pêwist e em balê bikşînin ser rastiya paşguhkirina dîrokî û hemdem a jinan. Paşguhkirina berdewam a hilberîna jinan di seranserê serdeman de bi hemû şêweyan veguherî ye û navên cuda lê tê kirin. Em jin bi hemû hêza xwe dixebitin da ku balê bikşînin ser taybetmendiyên paşguhkirinê û bandorên wê jê bibin. Lê rastî û mêranî hê jî bi hemû awayî hewl didin behsa rola dualî ya bingehîn a mirovahiyê di veguherîn û pêşketinên ku di serdema me ya niha û di pêşerojê de diqewimin de, nekin.
Paşguhkirina jinan û bandora wê
Tevî şiyana mezin a dayîn û ronîkirina serkeftinan di hemû warên jiyanê de ku rola wê ya herî mezin di avakirina civak û jiyana civakî de hebû, bi hevgirtina nakokiyên di navbera mêranî û jinbûnê de, qonaxek din a paşguhkirina rola jinan bi derketina holê ya çînîperestiyê, êrîş û desteserkirina afirîneriya jinan di seranserê dîrokê de, dest pê kir. Bi derketina holê ya çînîperestiyê û mêraniyê û jidayîkbûna adet û kevneşopiyên civakî yên ku hişê kesan kontrol dikirin, rola jinan veşartî û paşguhkirî bû. Ji ber ku ew ji gelek mafên xwezayî yên mirov jê sûdê digrin bêpar man, weke jiyana bi azadiya ramanê, nebûna mafê perwerdeyê, ne beşdarbûna di qada pratîkî de, sînordarkirina wan di nava çar dîwaran de, ferzkirina jiyana zewacê û hwd.
Bêguman, vê bandorek neyînî li ser civakê kiriye, ji ber ku gavên ji bo pêşxistina civakan hatine avêtin ji bo bidestxistina armancan têrê nekirine. Ji ber ku paşguhkirina hêmana afirîner a bingehîn di jiyana civakî de bû sedema bêhevsengiyê.
Rola duyemîn a jinan di civakan de û têkoşîna wan a berdewam
Tevgerên jinan tu carî bê xebat neman, têkoşînê di tevahiya serdem û deman de berdewam kir tevî bikaranîna tundiya li dijî daxwazên mafên jinan, kirina sûc li dijî wan û bikaranîna her cure tundiyê, di nav de îşkence, tecawiz û heqaret di bin navê exlaq û yên din de. Ev tiştê ku arkeolojiyê îsbat kiriye, ji ber ku jin bi amûrên îşkenceyê yên mêr ji bo kuştin û cezakirina cureyên xwe çêkiribûn, weke giyotîn, darvekirin, kelepçen û qamçî re mane. Hemû van rêbazan bi nefreta li hemberî jinan û xerabiya veşartî ya mêraniyê hatine pêşxistin. Tevî ku jinan weke amûrek ji bo kêfê dibînin jî ew amûr ji bo îşkence û paşguhkirinê ne û di heman demê de di pozîsyonek duyemîn û jêrîn de tên danîn.
Jin li hemberî kiryaran bêdeng neman
Li hemberî van hemû kiryarên ku di dîrokê de hatine dîtin, jin nesekinîn û temaşe nekirin. Wan di warên zanist, siyaset, çand, huner, werzîş, aborî û hwd. de eniyên li dijî zordariyê ava kirin û şiyana xwe ya rûbirûbûna vê yekê îsbat kirin. Bi qehremanî hebûnek bi dest xistin ku di rûpelên dîrokê de hat neqişandin û taybetmendiyên wê parastin.
Rola dîrokî ya jinan bi mînakan
Dîrokê qehremaniya gelek jinan di şerên ku wan kirine de veşartiye. Çi li Ewropayê, Rojhilata Navîn, an li her deverek li ser vê erdê be. Jeanne of Arc hebû, ew jina ku ji tirsa pêşdarazî û cudakariya zayendî di civaka xwe ya wê demê de bedena xwe veşart. Ew beşdarî şer bû, bi ser ket û dîrok ne li ser pênûsa wê, ne jî li ser qehremanî û wêrekiya wê nenivîsî. Semîramîs hebû ku bi wêrekiya xwe di şer de dihat nasîn û teşwîqa avakirina Baxçeyên Daleqandî yên Babîlê dikir. Zenobiya hebû ku mirinê li şûna jiyana di nava şerm û heqaretê de hilbijart. Kleopatra jî hebû ku welatê xwe parast.
Jinên ji her pêkhate û etnîsîteyê di civakên xwe de roleke bingehîn lîstine, weke jinên Asûrî, Suryanî, Kurd, Ereb û Rojavayî ku weke girêdanek di navbera hevgirtina civakan de xizmet kirine hene. Ev yek îro bûye sedema dewlemendiyeke civakî ya cihêreng. Jinan ji ezmûnên hev îlham girtine lê pergala cîhanî ya zordar û kapîtalîzmê dest bi çêkirina şikestinan û avakirina dîwaran kir ku bû sedema derketina holê ya çînîperestî, nijadperestî û paşguhkirina civakê û jinan bi taybetî.
Ji têkçûnên li pey hev ên ku bi derketina holê ya çînîperestiyê, girtin û sînordarkirina jinan di navbera çar dîwaran de dest pê kirin bigre heta bazirganiya li ser bedena jinan li cihên giştî û veşartî û xerckirina wan a psîkolojîk û fîzîkî. Tevî vê jî biryardariya wan berdewam kir û xurttir bû.
Jinên Rojhilata Navîn û dîroka têkoşîn û nakokiyên wan
Rojhilata Navîn navendeke afirîneriyê, zanist û hunerê bû, ji bo hemû gelan çavkaniya îlhamê bû. Jin li wir stûneke bingehîn û bihêz bûn. Tevgerên humanîst û felsefî yên wê demê pergala baviksalar a heyî, weke Zerdeşt, Manî û hinek tevgerên ku bi dizî dixebitin, xistin ber dijberiyê. Ew di bingehê de nêzî rastiya jinane bûn da ku nirxên ji şoreşa neolîtîkê hatine girtin û di bîra mirovahiyê de mane eşkere bikin. Rojhilata Navîn di seranserê dîrokê de ji bo derketina holê ya kesayetên jin ên mezin, cihekî girîng û zemîneke berhemdar ma.
Di berdewamiya dîrokê de û eşkerekirina tiştên veşartî, jinan tevgerên jinan li ser asta cîhanî û Rojhilata Navîn ava kirin û li hemberî hegemonyayê hêzên xwe kirin yek da ku mafên xwe bi dest bixin û xwe îsbat bikin. Vê hêza jinan bingeh û prensîbên xwe nîşan da û wan weke rastiyek pir xwezayî ferz kir. Ev tiştê ku jinan berdewam kirin tevî pratîkên ku pê re rûbirû man jî bi têkoşîna xwe di şer, koçberî, tundî û şerê psîkolojîk de îsbat kirin ku ew hêjayî rêvebirina civakê ne. Delîla herî baş a vê yekê jinên Filistînî ne ku îro li dijî qirkirina li ser nasnameya jinan û neteweyî derdikevin. Jinên Durzî jî xwe îsbat kirin û li hemberî qirkirina li dijî civaka xwe, Elewî, Sunî û yên din çek hilgirtin. Di her civakê de û li her erdnîgariyê, jin bê xebat namînin, bi hêza xwe ya rewşenbîrî têdikoşin û bêguman digihîjin tiştê ku divê were bidestxistin da ku jiyana bi ewle û azad bijîn, nasnameya wan di civakê de were parastin.
Çi bi dizî be çi jî bi eşkere be, jin di gelek guhertinên ku di dîroka mirovahiyê de çêbûne de de xwedî rolên mezin bûn, ji bo pêşxistina civakê. Di siyasetê de roleke girîng lîstine, bal kişandine ser hêza rewşenbîrî û afirînerî, aboriyê bi pêş xistine û di hemû warên hunerê de bi ser ketine.