Jin li dijî tundiya li ser jinan dibêjin ‘rêxistinbûn’ şert e
Hemû cureyên tundiya li dijî jinan zêde dibin. Jinên ku dibêjin polîtîkayên hikûmetê yên jinan, yek ji sedemên tundiyê ne, bale dikşînin ser girîngiya rêxistinbûna li dijî tundiyê.

Wan – Roj bi roj tundiya li dijî jinan, komkujiya jinan û mirinên bi guman ên jinan zêde dibe û polîtîkayên bêcezatiyê û gotinên dijmînatiya jinan ên hikûmetê, tundiya mêran asayî dikin. Jinên ku dibêjin sedema zêdebûna tundiya mêr, polîtîkayên hikûmetê ne, diyar kirin ku divê jin li dijî tundî û polîtîkayên hikûmetê xwe birêxistin bikin. Jinên li Wanê bal kişandin ser sedemên zêdebûna tundiyê, diyar kirin ku jiyana hemû zindiyan bi jiyana jinan ve girêdayî ye û bal kişandin ser nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”
‘Hikûmet li ser jinan şer dimeşîne’
Hamiyet Pak, da zanîn ku sedema zêdebûna bûyerên kuştina jinan, polîtîkayên hikûmetê ne û diyar kir ku hikûmet mafên jinan nas nake, mudaxeleyê şêwazên jiyana wan dike. Hamiyet Pak, destnîşan kir ku mêr ji nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî jinan cesaret digrin û wiha axivî: “Her roj bi hezaran jin rastî tundiya mêran tên. Çima mêr û jin wekhev nîn in? Mêr dikarin hemû tiştan bikin; mafên mêran hene lê dema jinek tiştek dike, dibêjin 'jin nikarin bikin.' Hemû zehmetiyan jin dikşînin. Jin zarokan xwedî dikin li malê hemû karan dikin. Hikûmet her dem li ser jinan şer dimeşîne û jinan hedef nîşan dide. Rojên borî dîsa Serokatiya Karûbarên Diyanetê derket û got; ‘divê jin bi vî awayî cil û bergan li xwe bikin.’ Jin çawa bixwazin wisa dê cil û berg li xwe bikin. Gelo tiştekî bi vî awayî çawa tê gotin? Bi van gotinan jinan hedef nîşan didin. Dema ew tiştên bi vî awayî bibêjin, wê mêr jî dibêjin, ‘Cil û bergên te ne guncaw in, ez ê te bikujim.’ Ji xwe dikujin jî. Em jin her dem di bin tundiyê de ne. Tundiya devkî, tundiya aborî, her cure tundî heye.”
‘Pêwist e jin li her qadê ji bo azadiya xwe ya aborî têbikoşîn’
Hamiyet Pak, bal kişand ser mirina bi guman a di demên dawî de zêde bûye û kişandina ber bi întiharê ve anî ziman ku gelek jin hatine kuştin, dosyayên jinan bi gotina “întîhar” tên girtin. Hamiyet Pak, diyar kir ku kişandina ber bi întiharê ve perçeyek tundiya mêran e û wiha got: “Heta ev hikûmet hebe, wê jin her dem di bin zilmê de bijîn. Gelo kesekî ku wê mafên jinan biparêze hebe? Pêwist e jin li dijî vê tundiyê li ber xwe bidin. Divê em jin li mal, kolan û di qada siyasetê de li ber xwe bidin. Divê jin di aliyê aborî de jî azadiya xwe bi dest bixin. Ger azadiya jinan a aborî nebe, mehkûmê mêr dibin. Pêwist e jin li her qadê ji bo azadiya xwe ya aborî têbikoşin.”
‘Tundî ne tenê fîzîkî ye’
Eda Nanto, da zanîn ku her sibeh bi nûçeyek kuştina jinan şiyar dibin û diyar kir ku weke jin tundiya mêran qebûl nakin û ev tundî tenê bi tundiya fîzîkî re sînordar nîn e. Eda Nanto, diyar kir ku jin rastî tundiya hestiyarî, derûnî û aborî jî tên û got: “Jin li her cihê, li qada civakî, li qada aborî, li derve, li malê rastî tundiyê tên. Kes vê yekê li ber çav nagrie lê di 6 mehên ewil ên sala 2025’an 136 jin hatin kuştin û 145 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Kiryar jî dizanin ku ew ê ji ber polîtîkayên jinan ên li welat “daxistina tehrîkê” bigrin. Çi dibe bila bibe divê jin bi qanûnan bên parastin. Divê cezayên bi bandor bên dayîn ku pêşiya tundiya fîzîkî û derûnî bê girtin. Jin ditirsin derbikevin kolanan lê divê tu hevalên me yên jin ji bîr nekin ku ne bi tenê ne. Em bi hev re bihêz in.”
‘Divê jin xwe birêxistin bikin’
Eda Nanto, diyar kir ku pêwist e jin li dijî tundiya ku her diçe zêde dibe xwe birêxistin bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em jin ne bi tenê ne. Di civaka me de, jin xwe bêhêz hîs dikin lê pêwist e jin bikevin ferqa hêza xwe. Em hawirdorek bi ewletir dixwazin, em dixwazin bi rehetî derkevin derve û li cihên ku em dixebitin bi ewletir bijîn. Em êdî naxwazin jiyana me ya civakî bi bandor bibe. Divê jin xwe birêxistin bikin, bihêztir bibin. Em çiqas bihêztir bibin, wê nifşên pêşerojê jî ewqas bihêztir bibin.”
‘Heta jin azad nebin civak jî azad nabe’
Edîbe Babur jî balkişand ku di 20 salên dawî de bûyerên kuştina jinan û tundiya mêran roj bi roj zêdetir dibe. Edîbe Babur diyar kir ku AKP bi polîtîkayên xwe hewl dide jinan di malan de heps bike û bi van polîtîkayan ji bo jinan peyama, ‘Ger hûn di malan de heps nebin, hûn ê li derve werin kuştin’ dide. Edîbe Babur, da zanîn ku tundiya li dijî jinan ji ber vê sedemê roj bi roj zêdetir dibe û wiha axivî: “Her jin ji bo me jiyana watedar îfade dike. Lewma ez dixwazim bang li jinan bikim. Bila jin neyên lîstikên dewleta ku kuştinê rewa dibîne û mafan nas nake. Pêwist e her jin bikaribe xwe baş îfade bike. Jin, jiyan e. Ger jin nebe tu kes nikare li tu qadan bijî. Jiyana hemû zindiyan bi jiyana jinan ve girêdayî ye. Lewma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”
‘Divê AKP dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj ên li dijî jinan berde’
Edîbe Babur, destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP’ê dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj ên li dijî jinan berde û anî ziman ku divê jin jî li dijî van polîtîkayan bisekinin, xwe nas bikin û di nava tevgerên jinan de cihê xwe bigrin. Edîbe Babur, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jin bi xwe dizanin û xwe baş nas dikin lê ev maf ji bo jinê nayê dayîn. Lewma ez dixwazim bang li jinan bikim. Ger xwe bêhêz hîs bikin, bila biçin bi hevalên xwe yên jin re û li kêlaka tevgera jinan bisekinin. Kuştina jinan polîtîk e, sedema vê yekê pergala dagirker e. Ger ku jin xwe û mafên xwe bizanibin, em ê di hemû waran de bi ser bikevin.”