‘Jin Jiyan Azadî hevgirtina navneteweyî bi xwe re anî’

Analîsta siyasî Roşîn Mukriyanî diyar dike ku tevgera Jin Jiyan Azadî weke rûbareke ku gelek golên wê hene, hevgirtina navneteweyî û asoyeke demokratîk bi xwe re aniye.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Di sêyemîn salvegera serhildana şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de li ser nirxandina vê serhildanê, analîz û destkeftiyên wê her wiha aliyên wê yên qels analîsta siyasî Roşîn Mukriyanî ji ajansa me re axivî.

Tevî ku di ser serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de 3 sal derbas bûye jî, hê di mitîng û di daxwazên siyasî de berdewamî û dînamîzma xwe diparêze. Vê tevgerê bi taybetî di serî de di aliyê mafên hatine desteserkirin de, ji bo Kurdan bûye tevgereke navneteweyî. Taybetmendiyên paqijkirina ji mêtinkariyê di nava xwe de dihewîne. Van her sê taybetmendiyan, vê tevgerê ji tevgerên berê yên li Îranê cuda dike û zindî dihêle.

Nakokî û mijara neteweyî

Roşîn Mukriyanî, derbarê nakokî û mijarên neteweyî yên li Îranê de wiha dibêje:

“Vê tevgerê nakokî û nelihevkirinên di nava civaka Îranê de derxist holê. Bi taybetî jî mijara neteweyan a li welat. Mînak; pirsgirêka neteweyî û mijara zexta neteweyî ji nû ve xist rojevê. Ev jî bû sedem ku li Îranê pirsgirêka neteweyî were pejirandin lê di warê diyarkirina mahiyeta vê meseleyê de hem aliyê çepgir hem jî rastgiran îsrar kirin. Aliyê çepgir li dijî meseleya neteweyî, xitimandineke zihnî jiya; aliyê rastgir; xeta xwe ya sor di yekbûna axê de û bi redkirina pirbûna neteweyî û siyasî danî.

Ji ber ku di warê meseleya neteweyî de feraseteke hevpar tunebû, kêmasiya perspektîfeke ji bo çareseriya wê, perçebûnê zêdetir kir û piştgiriya heyî qels kir. Rejîma Îranê ji van perçebûnan sûdê girt; bi taybetî jî di şerê du rojan ê bi Îsraîlê re Îranê netewperestiya xwe bi hêz û zêdetir kir.

Pergala nû têkiliyên diyalektîk

Mukriyanî, diyar kir ku bi gotina “pergala nû” ew behsa sûdgirtina ji guherîn û tiştên nû yên di pêşerojê de dike û got: “Hêza dewletê bi sînor e, li cîhaneke ku siyaset li derdora kontrol û belavbûnê teşe digre de, têkiliyên diyalektîk ên di navbera dost û dijmin de girîng dibin. Pergala nû tê wateya veguherîna têkilî û hevkariyên di navbera dost û dijminan de. Helwest, tifaq û pevçûn di vê pêvajoyê de tên dîtin û di merheleya destpêkê de ne.”

Dema navberê û asoya herêmî

Roşîn Mukriyanî wiha domand: “Em di dema nevberê de ne. Ne diyar e di pêşerojê de dostanî û dijminahî dê bi çi awayî bin. Îran piştî vî şerî gelo dikare bi pejirandinên medenî yên heyî û mekanîzmayan di riyeke diyarker de be? Gelo dê bikaribe biryar bide? Dibe ku Îran dest ji dijminahiyê berde; lê ne diyar e dê hegemonyaya Îsraîlê heta ku derê biçe û em hê aqûbeta Peymanên Îbrahîm nizanin. Bi heman rengî têkiliyên Îran, Tirkiye û Îsraîlê yên di demên pêş de jî nediyar in. Dema ku mirov  li piştî 7’ê Cotmehê dinêre, dibîne ku di navbera Îran û Tirkiyeyê de têkiliyên kûrtir û dijminahiyên hevpar çêbûne; dijminê wan ê hevpar hegemonyaya Îsraîlê ye. Ev hemû me ber bi axaftina li ser pergala nû ve dibin lê pirs ev e: Dê ev pergala nû bandoreke çawa li ser tevgera azadiyê bike? Tişta ku em dibînin; tifaqên taktîkî yên dewletê, tevger û gavên operasyonel in. Ev bi taybetî hewl didin hebûna rejîmên otokratîk û otorîter mîsoger bikin. Ev gav li dijî tevgera azadiyê ya ku li aliyê din e tên teşegirtin. Tevî vê jî tevgera azadiyê asoyeke demokratîk pêşkêş dike; siyaseta pergala nû, di mercên ku dewlet ji hêza xwe ya navendî tên dûrxistin de jî pencereyeke hêviyê ya navîn û pêşerojeke demokratîk vedike.”

Pergala nû hevgirtina navneteweyî û ekolojî

Roşîn Mukriyanî vê pergala nû wiha pênase kir: “Vê pergala nû xwe dispêre civakên cuda, hevgirtina navneteweyî, azadiya jinan û ekolojiyê. Ekolojiyê yek ji hêmanên herî girîng a teşe dide vê pêvajoyê ye. Pirs ev e: Îran dê çi bike? Bi pirsgirêkên heyî û kêmasiyan re dibe ku Kurdistan ji nû ve veguhere xaleke hessas û rewşeke taybet. Çima? Lewre li ser riyên derbasbûnê yên rûbarên Dîcle û Firatê yên di navbera Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê de derbas dibin şer heye. Pirs ev e: Gelo dê kontrola avê û çavkaniyên wê di destên kîjan welatî de be? Îran, Tirkiye yan Sûriye? Kontrola van mijaran di dest me de nîne û li ser jiyana gelan heta tu bibêjî encamên wan ên cidî hene.”

Bertekên gel û wêneyê utopîk ê tevgerê

Roşîn Mukriyanî derbarê bertekên gel de wiha got: Bertekên gel û daxwazên bi mantiq ên gel, tevgera azadiyê bi xwe ye. Tiştê ku em îro dibînin, bandora vê tevgerê ya li ser gelê Îranê û civakên cuda ye. Li Belûcistanê, li herêmên cuda yên Efganistanê, heta li hinek beşên Hindistanê. Li dijî tiştê ku van pergalên nû û hêzên herêmî li ser gel ferz dikin, wêneyek utopîk ê hêvî û azadiyê tê çêkirin.

Xwezaya serhildanê û guherînên zihnî

Roşîn Mukriyanî her wiha li ser xwezaya serhildanê jî wiha got: “Em nizanin dê pêşeroj çawa be; lê hêviya ku tevgera azadiyê daye me nîşan dide ku em dikarin pêşerojeke demokratîk xeyal bikin. Pêşerojeke ku nirx û îdealên tevgera azadiyê nîşan bide. Li gorî min ev serhildan didome. Ev serhildan, weke rûbareke xwedî gelek golan e. Li gorî astengî û mercên ku derdikevin pêşiya wê carna disekine, carna jî berfireh dibe. Xwezaya vê tevgerê, ji jêrê ber bi jor ve ye; guherînên wê zêdetir zihnî û çandî ne, tenê siyasî û şêwe nîne. Dema ku em behsa guherînên zihnî dikin, qesta me nêrîneke cîhanê, awayê nêrînê û daxwaza kolektîf e. Ev nêrîna li cîhanê, hişmendiya civakî ya di jiyana rojane de ye. Ji malbatê, ji têkiliyên jin û mêr, ji bandorên di navbera civakan de. Ev tevger hewl dide van pergalên hiyerarşik û hişk veguherîne, li cihê wan zanîna kolektîf û beşdariyê bihêle. Bi gotineke din; ev guherîn hewl didin qalibên hegemonya û yên bicihbûyî bişkînin; di jiyana civakî de derfetên wekhev û azadiya rastîn biafirînin.

Ruhê guherînê û sînorên guherîna rejîmê

Roşîn Mukriyanî li ser xwezaya guherînê wiha got: “Tişta ku divê em li ser baldar bin, ew e ku em li xaleke li dijî stratejiyên serdest in. Ger aliyekî vê guherînê destkeftiyan anîbe û hê jî bidome, pirs ev e: Çima hinek tişt neguherîn? Ev têgihîştineke şaş a li ser xwezaya guherînê ye lewre guherîna rastî, xwedî asteke li dijî hebûna rejîmê ye. Guherîna rejîmê gelek caran bi lez çêdibe û tiştê diguhere zêdetir lêgerîn û aliyên seranser in; pergal û aliyên bingehîn li cihê xwe dimînin.

Aliyên kûrtir hene, ew jî ruhê guherînê ye. Ev ruhê guherînê hê jî aktif e û di pêşerojê de potansiyela wê heye ku teşe bide riyên veguherînê û bandorê li polîtîkayên dewletê bike.

Çavkaniyên herî girîng û xwezayî yên herêmê

Roşîn Mukriyanî li ser girîngiya herêmê û çavkaniyên xwezayê wiha got: “Piştî vê pêvajoyê, ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve bi tevahî herêmeke cuda çêbibe. Ev herêm ji aliyê çavkanî û kêmasiyan ve yek ji herêmên herî hesas e û ji stratejiyên otokratîk û belavbûnê bi bandor dibe. Mirov nikare welatekî ku bi rastî jî demokratîk be nîşan bide lê di tevgerên cihî û gelêrî de nirxên balkêş hene. Nirxên komunal, gelparêz, berxwedêr û hevkar. Ev nirx, “pirbûna çandî û siyasî” nas dikin û bi hêz dikin. Tevgera azadiyê, hewl dide van aliyan û têkiliyên beramber, bêyî ferzkirina ji derve, bi baldarî bi hev re girê bide. Tiştê ku tevgera azadiyê dike ew e ku di navbera civaka cihî û cîhanê de pirek ava bike. Ev tevger me dike xwedî vê nêrînê: Mirov dikare van herdû qadan bike yek, tenê bila li gor hebûnan tevbigere, têkiliyên baş û hevgirtin were parastin. Balkişandina ser hevgirtinê tê wateya ku tenê nîqaş û diyalog bes nîne. Tevgera azadiyê xwe dispêre cudahî û hevnasîna wan. Nîşanî cîhanê da ka çawa bi van cudahiyan re jiyan bi hev re çêdibe. Dîrok û koka vê tevgerê bi xwe jî li ser vê yekê hatiye avakirin, nirxên wê li dijî yekîtiyê derdikevin û mafên cudahiyan diparêzin.”

Balkişandina ser cudahiyan û jiyana bi hev re

Roşîn Mukriyanî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku mirov ji vî aliyê ve dinhêre, nêrîna cuda ya li navenda Îranê yan jî di navbera gelê Fars de ji tevgera azadiyê xwezayî ye. Lewre tevgera azadiyê, cudahiyên çandî, dîrokî, siyasî û civakî dibîne û dinase. Ev tevger, di zanînê de jî ji bo cudahiyan baldar e, ji nêrînên cuda yên cîhanê re rêzê digre û tarzên cuda yên jiyanê dipejirîne. Tevgera azadiyê, hewl dide ji bo jiyana bi hev re, aştî û aramiyê cih çêke; cîhaneke ku mirov hev red nakin, cuda lê bi hev re dijîn pêkan dibîne. Ev yek awayên cuda yên jiyanê û rêveberiyên cuda dihewîne. Li gor nêrîna min, wateya tevgera rizgariyê ne ew e ku hemû civaka Îranê tenê yek şêweyê sîstema siyasî hebe. Civak û neteweyên cuda dikarin şêweyên siyasî yên cuda hilbijêrin. Bo nimûne, ger ku neteweyek biryar bide ku demokrasiya nerasterast ji bo wan guncawtir e, dikare wê hilbijêre. Berovajî vê, li Kurdistanê demokrasiya rasterast jî mimkun e heke ew bi çand û daxwazên gel re lihevhatîtir be. Ev şêweyên cuda yên hikûmetê dikarin di bin sîwana hevpar a sîstema konfederal de bi hev re bijîn.”