‘Jin, Jiyan, Azadî’ dengên ku ji gundan bilind dibe dike yek

Jinên Rojhilatê Kurdistanê ku gotin serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” dengê jinên li Rojhilat kirine yek, destnîşan kirin ku mêrên gundan jî di bin bandora vê serhildanê de mane.

SENYA MORADİ 

Sine – Di ser serhildanên "Jin, Jiyan, Azadî" yên li Îranê de 3 sal derbas bû. Gelo, di vê heyamê de tevgerê li ser jinan bandorek çawa avakir? Gelo jinên ji her qadê, beşê û pêkhate û çînên civakî yên cuda, di kijan astê de di vê tevgerê de cih girtin? Divê tevger ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, di aliyê fikrî û îdeolojîk de jî domdar be.

Şoreşa fikrî û zayendî ya civakî

"Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê di aliyê jinan de, di navbera gel, netew û çandan de jî yekîtiyek ku nehatiye dîtin ava kir. Lê, ev pirs ava dibe: "Gelo ev tevger tenê ji bo berjewendiyên jinên bajarî yên çîna navîn û jor hate parastin, an jî jinên karker û xizan jî daxwazên xwe anîn ziman? Gelo jinên li gundan dijîn, beşdarî vê tevgerê bûn û daxwazên xwe pêşve birin?”

Jinên ku li gundan dijîn zincirên xwe şikandin

Şerare Ehmedî ya 34 salî ya li gundek herêma Zhavrudê dijî, xwendinê pir xwestiye lê ji ber ku malbata wê qedexe kiriye, neçar maye dev ji dibistanê berde. Şerare, hestên ku dema cara ewil dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bihîst hîs kir, wiha anî ziman: "Jidayîkbûn ne biryara min bû, wekî ku min nekarî malbata xwe hilbijêrim... Destpêkê van tiştan jiyana min diyar kirin. Azadî, ji bo mafê raman, îfade û cil û berg e. Dema ku min ewil vê dirûşmeyê bihîst, mîna ku dengek ji dûr ve ji min re dibêje zincirên xwe bişkîne.”

‘Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêrîna mêrên li gundan dijîn jî guherand’

Şerare da zanîn ku kevneşopiyên baviksalar ên li gundan hem jin û hem jî mêran dîl digre. Şerare, bawer dike ku jin dikarin bi rêya qexenckirina aboriya serxwe, zincîran bişkînin û got: "Divê jin dahata xwe bi xwe qezenc bikin. Em jî bi karên wekî çandinî, hunerên destan û çêkirina nan, pereyê xwe qezenc dikin. Berê jinan ji mîrasê pere nedigirtin, em niha mafê xwe digrin. Destpêkê ji me re gotin “bêşerm”, lê êdî ev diguhere. Li gorî min serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêrîna mêrên li gundan dijîn jî guherand. Êdî hinek mêr mîna berê zext li jinan nakin.”

‘Jinên li gundan zêdetir têdikoşîn’

Mesture Ehmedî ya 55 salî ya li heman gundî dijî jî, di temenê xwe yê biçûk de derfeta perwerdehiyê nedîtiye. Niha bi alîkariya zarokên xwe yên keç xwendin û nivîsandinê fêr dibe. Mesture ji bilî karên xwe yên rojane, karên destan, zînetên cilên Kurdî û mehfûran çêdike. Mesture destnîşan kir ku jinên li gundan, ji jinên bajêr zêdetir têdikoşîn û wiha got: “Ew zêdetir xwedî derfet in û em jî bêyî tu derfetan li dijî zextan têdikoşîn. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevgera hemû jinan e.”

Mesture, da zanîn ji bo zarokên wê herin zanîngehê li dijî mêrên malbata xwe serî rakiriye û got: “Dema jin bixwaze wê hemû tiştê bike. Tenê bila bibiryar be.”

Têkoşîn didome

Mesture Ehmedî, destnîşan kir ku heta niha gelek jinên li gundan di bin şert û mercên xirab de dijîn û zext dibînin hene û wiha axivî: “Gelek jinan ji bo em serbilind bijîn, jiyana xwe feda kirin. Vê tevgerê hêz da me û ez heta niha vê hêzê hîs dikim.”

Mesture Ehmedî, di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan qala biryardariya jinên li gundan dijîn kir: “Em jinên gund dilsozên tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî” ne. Têkoşîn didome.”