Jin ji bo Alia Arefî ya winda di çalakiyan de ne
Malbata wê û jinên ku diyar kirin Talîban berpirsyarê windabûna Rêvebera Girtîgeha Jinan a Heratê Alia Arefî ye, ji bo ditîna Aila Arefî di çalakiyan de ne.
Navenda Nûçeyan- Piştî ku Talîban li Axganistanê rêveberiya welat dagir kir, zêdetirî 100 erkdarên berê yên dewletê hatin qetilkirin. Alia Arefî ya 45 salî ku beriya Talîbanê li bajara Heratê yê Afganistanê erka Midûra Girtîgeha Jinan dikir jî winda ye. Malbata wê û aktîvîstên mafên jinan ji bo dîtina Alia Arefî çalakî li dar xistin. Hem malbat hem jî aktîvîstên mafên jinan di çalakiyên ku dikin de, ji windabûna Alia Arefî Talîbanê berpirsyar digrin. Alia Arefî piştî ku Talîban dest danî ser rêveberiyê nikaribû vegere ser karê lê kesek bi telefonê lê geriyabû û jê re gotibû bila vegere girtîgehê ser karê xwe, piştî ku ji mala xwe derketibû çûbû ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.
Ji jinan ji bo Alia Arefî çalakî
Xwişka wê Nazîr Arefî ya ku dibêje Alia Arefî li ber girtîgehê hatiye revandin, Talîbanê berpirsyar girt û wiha got; “Em difikirin ku Talîbanê xwişka min xistiye girtîgehê.” Dema ku aktîvîstên mafên jinan ên Heratê ji bo Alia Arefî bê dîtin çalakî li dar xistin, herî dawî li ber girtîgehê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Aktîvîstên mafên jinan ji bo Alîa Arefî bê dîtin li ser medyayê kampanyayan dan meşandin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, tê îdiakirin ku endamên Talîbanê yên li Heratê berpirsên windabûna Alia Arefî ne.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Afganistanê, ji dema hatina Talîbanê ve heta meha Mijdarê, zêdetirê 100 polîsên berê û erkdarên dewletê ku hat diyarkirin di nav wan de leşker jî hebûn, winda bûne yan jî hatine qetilkirin.